Diyarname
Belgefîlmê derhêner Kazim Oz ê bi navê "Demsala Dawî: Şewaxan" 14'ê vê mehê li Tirkiyeyê û bajarên kurdan ket vîzyonê.
Derhêner Kazim Oz ku karê xwe yê sînemayê di bin banê Kolektîfa Sînemayê ya Mezopotamya de dike berê fîlmê "Ax", "Fotograf", "Bahoz" û belgefîlmê "Dûr" pêşkêşî tameşevanan kiribû vê carê bi fîlmê xwe "Demsala Dawî: Şewaxan" derdikeve pêşberî temaşevanan.
Belgefîlmê ku bi hevkariya televîzyona fransiz ARTE, Fona Jan Vrijman hatibû kişandin, bi piştgiriya post-produksiyon a Wezareta Çandê ya Tirkiyeyê li şeş bajaran ket vîzyonê.
"Şewaxî" li herêma Dersimê koçerên kurd in. Ew havînan tevî sewalên xwe diçin zozanan, zivistanan jî vedigerin cih û warê xwe. Fîlm çar demsalan jiyana van şewaxiyan pêşkêş dike. Havîn, zivistan, di bin berf û baranê de jiyana zehmet, di heman demê de jiyana xwezayî û ya xweş a Şewaxan di belegfîlmên de derdikeve ser ekranan.
Belgefîlmê ku di 28'emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê de yekem car hat nîşandayîn, di Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Mannheim – Heidelberg de derket fînalê û Xelata Taybet a Juriyê girt.
Belgefîlm di Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya enqereyê de Xelata Sêyemînî girt. Belgeîlm heta niha di festîvalên wekî Vision du Reel, Paris Cinema, Fajr de hat nîşandayîn.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.