Diyarname
Yek ji xala balkêş ku di vê hilbijartinê de li sernavê BDP'ê derket holê jî ew bû ku yekem car sê neviyên Şêx Seîd li ser navê BDP'ê wekî şaredar têne hilbijartin.
Ji neviyên Şêx Seîd Elî Seîd Firat li navçeya Tekmana Erzeromê, Hesen Basrî Firat li Xinisa Erzeromê û neviyê birayê herî biçûk ê Şêx Seîd Abdurrahîm; Abdulsamet Bîngîn jî li navçeya Pîrana Amedê hat hilbijartin. Malbata Şêx Seîd ku di dîroka kurdan de xwedî ciheke qedirbilind e, her sê neviyên vê malbatê jî li ser vê rêyê dê xizmeta xwe bidomînin.
Li van navçeyan encam jî bi vî rengî çêbû:
- Tekman:
BDP sedî 60.33, AKP sedî 24
- Xinis:
BDP Sedî 37,90, AKP sedî 28,04
- Pîran:
BDP sedî 47,58, AKP sedî 42,87
***
Nûçeya eleqedar: