Fêrgîn Melîk Aykoç
Em ji welat dûr in, ne li ser xaka xwe ne. Pêşveçûn û rûdanan ya di medya dîtnêr de yan jî li ser înternetê dixwînin. Dema nûçeyekê neyê tekzîpkirin, bertekek li hember wê nûçeyê neyê nîşandayîn, em fêm dikin ku rast e. Bê wê em agahiyan ji hin nas û dostan jî distînin.
Li gor agahiyên di hin ajans û malperan de hatine weşandin, li Amedê endamên komeleyeke bi navê “Komaleya Nivîskarên Kurd” kongreya xwe çêkirine. Lê raporên xwe tev de bi tirkî pêşkêş kirine. Ev nexweşiya bi tirkî, yan jî tirkiya wekî jeng û mijika nexweşiyeke kronîk mêjiyên mirovên me di bin qirêja xwe de fetisandî, di her kêlî û her gavê de wekî birînekê derdikeve pêş me. Ev jî dilê me gelek diêşîne.
Li Ewropayê jî ev nexweşî di hin komaleyên karker û welatparêzan de heye. Her çendî biryar jî hatine girtin, talîmatên tund jî hatine dayîn, dîsa jî pêşî li vê nexweşiyê nayê girtin. Heta ku ev nexweşî ji nava me ranebe, dê rûniştina ziman jî gelek dijwar be!
Her çendî ez naxwazim têkevim nava mijara rewşenbîrî û ziman, ji ber ku min bi dehan car li ser vê mijarê, ji gotarên îronîk bigire hetanê yên li ser bingehên zanistî nivîsiye. Lê ez ê tenê pirsekê wekî pirseşan daynim. Gelo rewşenbîrî yan jî nivîskariya kurdî çi ye? Bi tirkî fikirîn, bi alikariya ferhengan bi kurdî nivîsandin, tiştê fermiyeta nivîskariyê nîşan dide, bi tirkî rijandina ser kaxizê ye? Yan jî bi kurdî nivîsandin, lê di komaleya xwe ya pîşeyî de û bi malbata xwe re bi tirkî axaftine?
Niha di Kongreya Nivîskarên Kurd de raporên bi tirk jî dibe? Ma tiştekî wiha ji bo nivîskaran ji şermê wêdetir ne rezîlî ye. Ew nivîskarên raporên xwe bi tirkî dinivîsînin, çawa dikanin ji xwe re nivîskarên kurd bibêjin? Çawa dikanin li rûyê xwendevanên xwe binêrin? Yan peyva “rapor” bi tirkî ye, gava ku mirov bi tirkî nenivîsîne, tilsima wê xira dibe?
Min hinek rûpelên ferhengên almanî yên etîmolojiyê wergerand û li bingehê vê peyvê nêrî, dît ku her çendî îngilîz, fransiz, alman û gelên din jî vê peyvê bi kar bînin. Ev diçe digihîje peyva îtalyanî “reportare.” Ango ne peyveke tirkî ye. Ji wê mirov raporên xwe bi kurdî jî amade bike, gunehkar nabe û nirxa wê raporê jî danakeve.
Li tu welatê cihanê, li tu welatên bindest jî rewşeke wiha nehatiye dîtin. Tu kesên ku bi zimanê dayika xwe nivisîne, raporên xwe bi zimanê dagirkeran, yan jî welatekî din amade nekirine. Li vir Almanyayê têkiliyê me bi gelek nivîskarên cihanê re hene. Dema em ji wan tiştên wiha dipirsin bi awayên şaşwazî li me dinêrin.
Ez bi xwe wekî mêvan jî werim vexwendin, dema raporên komaleyeke kurd, bi tirkî be, ji wê kongreyê derdikevim û diçim. Carê komaleyekê ji bo kongreya xwe bang min û dostek alman kiribû. Dema dîwanê bi tirkî dest pê kir, wî almanî li çavên min nêrî. Min ji wê nêrîna wî şerm kir û li erdê nêrî. Lê ji bo xatirê wî jî derneketim û neçûm. Kêliya rapor jî bi tirkî hat xwendin. Ew almanê dost rabû û tenê gotinekê got: “Hûn xwe û me dixapînin, hûn êdî ne kurd in. Kesên kurd divê civînên xwe bi kurdî çêke!” Bi vê gotina xwe re ew rabû û derket der. Li pey wî jî ez derketim.
Gelo dibe ku ew di bin vê bombardûmana bangaşiya şerê psîkolojîk yê çapemenîya tê zanîn, halan û hayhota AKP’ê ya bi dek û dolab de mabin û tirsiyabin, lome raporên xwe bi tirkî amade kiribin? Ku bi vê tirsê ketibin nava wê nexweşiyê, divê rojekê pêş de dev ji nivîskariya kurdî berdin. Ji xwe re bi tirkî binivîsin, da ku bikanibin giyana di bin mija bişaftinê de reng wergirtî bitêrînin.
Min li lîsteya nivîskarên endamên wê komeleyê ne û navên hinan di nûçeyan de hatine weşandin, nêrî. Min dît ku gelek navên giregirên wêneyên xwe datînin kêleka Pûşkîn, Tolstoy, Dostoyevskî, li ser xwe re nivîskariyê napejirînin jî di nava wê lîsteyê de hene. Hinekên wan helbestvan û hozan, hinekên wan jî xwedanê weşanxaneyan in, bi xwe dinivîsînin, bi xwe rexnegiriya hevdu dikin. Lê divê her kurd bizane ku ev kongre neynika rastiya wan e.
Bêguman ev kêmasiya rûreş hemû nivîskarên kurd girê nade. Tenê komeke biçûk ev xetaya di pîleya tewanbariyê de kirine.
capanik51@hotmail.de***
Nivîsên Fêrgîn Melîk Aykoç ên ku di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Xweseriya li Belçikayê
- Hilbijartin û hin rastî
- Bulent Arinc, liberal û nêçîrvanî
- Netkurd malpera kê ye?
- Têgînên ji bo saziyên civakî
- Di afirandina navdêrên nû de rêgezên zanistî
- Hebûn û tunebûna romanê yan egoya hinekan
- Wêjeya tunebûnê
- Şerzano! Ciwanê ber dilan
- Newroz ji bo kê çi bû
- Eksperîmenteke wergerê
- Girîngiya wergerê ji bo kurdî û di wergera kurdî de hin xetere
- Ceylanê Xifşê stêrika teyîsî
- Ma em kurd kurdî dixwazin?
- Rewşenbîrî û çend têbinî
- Jînborî /jîrok (novelle) û çîrok
- Abant û Hewlêr
- Strana “Mişko” ê kî ye, kirin malê kê?
- Çend peyv li ser redektekirina di çapemeniyê de
- Li Frankfûrtê notên li ser weşanxaneyên kurdan