Diyarname
5'emîn Festîvala Çand û Hunerê ya Rojava li Kobanî li dar dikeve. Di festîvala ku ji aliyê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) ve tê organîzekirin îsal diruşma wê ‘Em hemû Efrînî ne' ye. Festîval 5'ê mehê dê li Hola Newrozê ya li Kobanî li dar bikeve.
Di festîvalê de helbest, çîrok, şano û muzîk dê hebe; ev xebatên hunerî û axaftinên bêne kirin dê zêdetir li ser Efrînê bêne kirin. Li gor HRRK'ê ev kes dê beşdarî festîvalê bibin: Anahîta Şêxê, Aras Hiso, Azad Evdikê, Bahoz Kobanî, Bextreşê Koçer, Cîhan hene, Çiya Osê, Ebdilhelîm Ehmed Lawî, Ebdulmejîd M. Xelef, Ednan Hesen, Ehmedê Huseynî, Ewas Elî, Hisên Mihemed Elî, Kemal Necîm, Luqman Abdilrahîm, Mehmûd Çeqmaqî, Meşel Osman, Mihemed Bîjo, Mihemed Şahîn, Narîman Evdikê, Şadî Îsmaîl, Selah Mislim, Şîrîn Şêxo, Stêr Çîlo.
Demek berê HRRK beşa Ewropayê jî festîval li dar xistibû û diruşma wan jî li ser Efrînê bû.