Diyarname
HRRK Yekemîn Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê li dar xist. Mîhrîcan bi coşek mezin li dar ket. Coşa pêşketinên li Rojava li Wuppertalê di mîhrîcanê de xwe nîşan da.
Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) ku demek berê kongreya xwe çêkiribû û wekî çalakirina tevgerê hin xebat dabûn pêşiya xwe, pêre jî biryar girtibû ku mîhrîcanek lidar bixe. Mîhrîcana HRRK'ê li bajarê Wuppertala Almanyayê bi beşdariya li dor 150 kesî ji wî bajarî û bajarên din ên Almanyayê bi coşeke mezin li dar ket.
Salvegera Helebçe û Serhildana Qamişlo
Mîhrîcan roja 16'ê adarê, saet 13.30'yan de bi deqeyeke rêzgirtina ji bo şehîdan û bi xwendina sirûda neteweyî Ey Reqîbê dest pê kir. Serokê HRRK'ê Hesen Abdullah axaftina destpêkê ya mîhrîcanê kir û got ku ew îro hem salvegera Helebçeyê û hem jî ji bo salvegera Serhildana Qamişlo ya 12'ê Adara 2004'an li vir in. Abdullah diyar kir ku hevgirtina wan jî encameke ji encamên vê serhildanê ku di avrêla 2004'an de kongreya xwe ya damezrandinê çêkiribû; ji ber vê, wateyeke taybet ya vê rojê li cem wan heye.
Her wiha Abdullah behsa taybetiya Adarê û kurdan kir û dûre jî bal kişand ser plan û projeyên hevgirtinê û avakirina şaxên wê hem li Amedê û hem jî li Duhok û Silêmaniyê. Serokê HRRK'ê Abdullah bi hêviya ku ew saleke din van çaxan di duyemîn mîhrîcanê de bêne ba hev dawî li axaftina xwe anî.
Helbest, muzîk û stran
Pêşkêşvaniya mîhrîcana ku heta saet 18.00'an dom kir Bavê Narîn û Narîn Şêxê bûn. Di mîhrîcanê de gelek kesî helbest xwendin û hunermendên kurd Zuhêr Cemîl, Rauf Keleş, Adil Elî, Zubêr Salih, Narîn Şêxê û Siûd Ehmed jî bi muzîk û strana xwe reng dan çalakiyê. Di nav dor150 kesên beşdarî mîhrîcanê bûn de hin kesên naskirî yên wekî Abdulqadir Mûsa, Bêwar Dêrşewî, Cano şakir, Abbas Abbas, Ciwan Qado, Ehmedê Huseynî, Hejar Kino, Azer Şiwêş, Hêmen Kurdaxî, Hesen Îrandost, Kawa Şêxê, D.Macid Israîl (Ereb ji Misrê), Roza Husên, Luqman Sulêman, Rûkiye Ozmen, Newaf Mîro, Nezîr Mele, Selîm Biçûk, Şêxmûs Îsa, Yûnis Elhekîm, Yûnis Behrem, Bilal (Bavê Hozan), Hesen Ebdullah û Helîm Yûsiv jî hebûn ku hin ji van derketin ser dikê û helbest jî xwendin
Hin bûn endamê HRRK'ê
Atmosfera germ a li rojavayê Kurdistanê xwe li mîhrîcanê jî pêça û mîhrîcan bi coş li dar ket. Di mîhrîcanê de hin nivîskarên kurd ên ku ne endamên HRKK'ê bûn jî serî li HRRK'ê dan û bûn endam.
Nameyên pîrozbahiyê
Hin kesên ku nekarîn herin mîhrîcanê jî bi nameyên xwe ku ji bo mîhrîcanê şandin, piştgirî dan mîhrîcanê û ew pîroz kirin. Ji Amûdê nivîskarê kurd Deham Evdilfetah, ji Stenbolê edîtorê Diyarnameyê Cemîl Oguz û ji Hewlêrê Hoşeng Derwîş bi nameyên xwe yên pîrozbahiyê; her wiha Fethullah Huseynî ji Silêmaniyê û Şêrzad Halîbaz jî ji Kobanî helbestên xwe ji bo mîhrîcanê şandibûn.
Mîhrîcan bi xwendina helbesteke Melayê Cizîrî bi dawî bû û heta saleke din xatir xwest.