Diyarname
Komeleya Nivîskarên Sînemayê her sal "Fîlmê Herî Serketî yê Biyanî" hildibijêre û xelatê dide. Siyadê îsal fîlmê derhêner Vaclav Marhoul ê bi navê "The Painted Bird” (Çivîka Boyaxkirî) hilbijart.
Siyad her sal ji nav fîlmê biyanî yên ku li Tirkiyeyê ketine vîzyoınê lîsteya 20 fîlmên biyanî yên serketî amade dike û fîlmê ku di rêza yekemîn de cih bigire wekî Fîlmê Herî Serketî yê Biyanî bi xelata Siyadê xelat dike. Îsal fîlmê "The Painted Bird” (Bi tirkî wekî "Boyali Kuş" ketibû vîzyonê) hilbijart. Di film de Stellan Skarsgard, Barry Pepper û Harvey Keitel dilîzin. Di dawiya Şerê Cîhanê yê 2'yemîn de malbata zarokek biçûk ew bi tenê hiştine û çûne. Zarokê ku bi tena serê xwe li nav gund digere rastî tiştek tirsnak tê rastî sivîl û leşkerên bêrehm tê. Fîlm çîroka vî zarokê di nav şer de bi tenê maye pêşkêş dike.
Siyad di meha adarê de dê 53'yemîn Merasima Xelatên Siyadê li dar bixe û di vê şevê de dê vê xelatê jî bide.
Vaye 20 fîlmên ku Siyadê diyar kirine (Navê orjînal, navê ku li Tirkiyeyê ketiye vîzyonê û wergera wê ya kurdî):
1- The Painted Bird / Boyali Kuş / Çivîka Boyaxkirî
2- Les Miserables / Sefiller / Mirovên Reben
3- Honeyland / Bal Ulkesi / Hinguvwfelat
4- About Endlessness / Sonsuzluk Uzerine / Li ser bêdawîbûnê
5- Bacurau
6- This Must Be Heaven / Burasi Cennet Olmali / Herhal ev der bihuşt e
7- J’accuse
8- Nuestras Madres / Annelerimiz / Dayikên me
9- Jojo Rabbit / Tavşan Jojo / Kîvroşk Jojo
10- J’ai perdu mon corps / Bedenimi Kaybettim / Min laşê xwe winda kir
11- Dar Waters / Karanlik Sular / Avên Şêlo
12- The Farewell / Elveda /Xwatirxwestin
13- Little Women / Kuçuk Kadinlar / Jinên biçûk
14- Knives Out / Biçaklar Çekildi / Kişandina Kêran
15- True History of the Kelly Gang / Kelly Çetesi’nin Gerçek Hikayesi / Çîroka Rastîn a Çeteya Kelly
16- Exil / Yabanci / Biyanî
17- Waiting for the Barbarians / Barbarlari Beklerken / Li bendemayîna hovan
18- The Gentlemen
19- La Belle Êpoque
20- The Invisible Man