Diyarname
Endamê Desteya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû li ser lihevkirina di navbera PKK û PDK'ê de ji bo ANF'ê axivî. Li gor nûçeya Cîhan Ozgur Karasu wisa gotiye:
Em li yekîtiya kurdan digerin
- Ne tenê ji bo Rojava, dîtina me divê hemû tevgerên kurd ên li parçeyên din bi hev re tevbigerin. Bi taybetî eger hêzên siyasî yên başûrê Kurdistanê yên wekî PDK, YNK, Goran û Îslamî li gel PKK'ê bi hev re tevbigerin, di mijara Rojava de helwesteke hevpar nîşan bidin, dê ev yek di demokratîkbûyîna Sûriye û çareseriya pirsgirêka kurd de encameke girîng bi xwe re bîne. Em timî di nava nêzîkatiyeke bi vî rengî de bûn.
Hevdîtina Hewlêrê bi saya me çêbû
- Me teşwîq kir ku di sala 2011'an de li Hewlêrê di bin sîwanê Desteya Bilind de lihevkombûnek çêbibe. Bingeha vê hevdîtinê, bi ked û teşwîqa me çêbû. Me hewl dan der heqê Rojava de PDK, YNK, Goran, Îslamî û hemû tevgerên din bi hev re tevbigerin. Di encama vê de jî mutabakata Hewlêrê derket holê, Desteya Bilind ava bû. Vê gavê li Rojava rê li ber destketiyên girîng vekir.
Li Başûr PDK, YNK, li Rojava jî PYD derket pê
- Çawa ku bi pêşketinên li başûrê Kurdistanê re PDK û YNK derketin pêş, li Rojava jî gelekî xwezayiye ku PYD derketibe pêş. Lê belê hin hêzên li wê derê xwe li vê ranegirtin. Bi taybetî Tirkiyeya ku naxwaze PYD li wir bi hêz bibe, ket nava hewldanan.
- PDK dixwaze li hemû parçeyan ew bibe serdest. Li ser vê bingehê tengezariya navbera PYD û rêxistinên din, PYD û PDK'ê hat zêdekirin. Em nabêjin ku PYD tu carî şaşitî nekiriye, em nabêjin ku her tişt rast kiriye. Kêmasiyên PYD'ê çêbûn, lê belê bi nêzîkatiyên rast ev kêmasî dikarîbû bihata çareserkirin. Nebû, tengezarî bêtir hat zêdekirin. Di taliyê de jî Barzanî rabû hin daxuyaniyên ne rast ên digot, "Li Rojava şoreş nîn e, desketiyên li wê derê ji aliyê rejîma Esad ve hatiye dayîn" bilêvkir û bi vê nêzîkatiya ku dûrî hurmeta ji şoreşa mezin a gel, dûrî têkoşîna mezin û berdêlên giran ên hatine dayîn e, tengezarî zêdetir kir. Ev nêzîkatî ne rast bû. Ji ber vê yekê, ji bo ev pirsgirêk çareser bibe û tengezarî hîn bêtir mezin nebe, em ketin nava hewldanan.
- Hevdîtina PKK û PDK'ê berî niha bi çend mehan hatibû plankirin. Di vê hevdîtinê de ne tenê mijara PYD'ê di heman demê de dihat plankirin ku têkiliyên PKK û PDK'ê, rewşa Başûr û Bakur werin nirxandin. Lê hilbijartinên li Başûr ketin navberê, piştre jî ji ber pêknehatina Kongreya Neteweyî, paşve ket. Me ji aliyê xwe ve nexwest ku ev tengezarî dewam bike. Ji ber vê yekê jî di rewşeke ku tengezarî gelekî zêdebû de, me di asta bilind de hevdîtin kirin. Bi pêkhatina vê hevdîtinê re, pirsgirêka li Rojava jî bi awayekî xwezayî hat rojevê.
Di 4 sernavan de li hev kirine
- Hevdîtina me li ser 4 sernavên bingehîn pêk hat. Têkiliyên PKK-PDK, rûdan û pêşketinên li Rojava, pêvajoya çareseriya demokratîk a li Bakur Rêberê me daye destpêkirin û rewşa Başûrê Kurdistanê, kongreya neteweyî hatin nirxandin. Di van her çar mijaran de lihevkirin çêbû. Di destpêka van mutabakatan de, çareserkirina pirsgirên li Rojava, di çarçoveya yekitiya neteweyî de peydakirina rêyên çareseriyê û bi helwesteke hevpar re çûyîna Cenevreyê, cih girtin. Ji bo rêxistinên li Rojava têkiliyên navbera xwe sererast bikin PKK û PDK'ê li hev kirin ku alîkariyê bikin. Pêkhatina civînên rêxistinên Rojava li Hewlêrê, encama vê lihevkirinê ye.
Rojava Filistîna kurdan e
- Eger li Rojava yekîtiya neteweyî ya kurdan pêk neyê, têkiliyên navbera tevgerên kurd de nerm nebin, sererast nebin, dê ev tengezarî li parçeyên din ên Kurdistanê jî belav bibe. Rojava mîna Filistîna kurdan e. Çavkaniya moralê gelê kurd e. Em bi vî rengî nêzî Rojava dibin. Biçûk e, lê hêz daye hemû parçeyan. Ji ber ku Rojava parçeyê biçûk e, parçeyên din ên Kurdistanê li pêşberî wê xwedî berpirsyariyan in, divê wê bi tenê nehêlin. Ji ber vê yekê, hevkariya di mijara Rojava de, wê bandoreke erênî li mijarên din jî bike.
- Divê Desteya Bilind ji nû ve bê zindîkirin. Rêxistinbûyînên mîna ENKS'ê, bi vekişîna xwe ji Desteya Bilind û antî propagandayê re, di warê qelskirina Desteya Bilind de rol lîstin. Desteya Bilind bê fonksiyon hiştin. Niha hevdîtin dibin. Hevdîtin çawa dimeşin, naverok çi ye, dê çawa bi encam bibin? Ji niha ve ne gengaz e tiştek were gotin. Ji ber ku hevdîtin dewam dikin û hînê encamek nehatiye aşkerakirin. Lê em bawerin ku dê ji hevdîtinan encameke erênî derkeve.
Divê daxwaza statuyê bidin qebûlkirin
- Divê bi temsîlkariyeke hevpar kurd biçin Cenevre û statuyek bê xwestin. Federasyon dibe, xweseriya demokratîk dibe, ev zêde girîng nîn e. Ji bo me ya girîng azadî ye. Projeya Xweseriya Demokratîk a PYD'ê projeyeke azadiyê ye. Federasyon be jî, xweseriya herêman be jî, sîstema kanton be jî, projeya xweseriya demokratîk, projeya jiyana azad a gelê kurd e. Em bi vî rengî difikirin. Statuya giştî çi dibe bila bibe, di nava vê de xweseriya demokratîk dikare pêk were. Şêweya wê ne girîng e, cewhera wê girîng e. Kurd di vê mijarê de dikarin li hev bikin. Divê daxwaza statuyê bi muxalîfan, bi dewlet û hêzên navneteweyî re bidin qebûlkirin. Ji ber vê yekê ji nû ve zindîkirina Desteya Bilind, dê di rêya Cenevre de kurdan xurtir bike."
- Divê gelê kurd bi daxwaza statuyê biçin civîna Cenevreyê. Niha ne muxalîf ne jî dewlet statuya kurdan qebûl nakin. Kurd jî muxalîf in. Desteya Bilind jî muxalîf e, PYD jî hêzek muxalîf e. Dixwazin rejîma heyî biguherînin. Ligel ku dixwazin rejîmê biguherînin jî wekî şoven nêz dibin. Mafê kurdan naskirin, xwe bi xwe rêvebirina wan nehatiye qebûlkirin. Li Sûriyeyê demokratîkbûn encax bi qebûlkirina vana pêkan e. Lê rewşa heyî vana qebûl nake.
- Ger ku kurd bi statuyê di nava Sûriyeyê de cih girtin, mecbûr e ku Sûriye demokratîk bibe. Ji ber ku êdî Rojava welatekî demokratîk e. Welatekî azad e. Ger ku Rojava bibe welatekî demokrat, Sûriye mecbûr e ku demokratîk bibe. Aliyek otorîter, aliyek jî demokrat nabe.
- Her ku gelê kurd ber bi jiyana azad û demokratîk ve diçe welatên ku demokratîk nabin ji bo kurdan bêhtir xetere dibin. Ji bo gelê kurd negihîjin jiyana azad û demokratîk xwe çekdar dibin. Ligel vê yekê ev parçebûna kurdan lawaziyek mezin e. Divê gelê kurd teqez yekîtiya xwe pêk bînîn.
- Divê ku kes xwe nexapîne. Ger ku gelê kurd li her çar parçeyên Kurdistanê jiyana azad û demokratîk bi dest nexe, dê ev destketiya ku li parçeyekê hatiye bidestxistin jî ji holê bê rakirin. Ev xeterî li pêşiya me heye. Divê gelê kurd vê xeteriyê bibînin. Em hêvî dikin ku rêxistinên kurdan vê yekê bibinîn û rêxistiniya xwe xurt bikin. Bi vî awayî jiyana azad û demokratîk ava bikin.”