Diyarname
UEFA'yê ji bo maçên fînalê yên Lîga Şampiyonan û Lîga Ewropayê cih û stadên dê lê bêne lîstin diyar kirin. UEFA'yê ji bo 4 salên pêşiya me diyar kirin û di nav wan de ji bo Stenbolê sala 2023 diyar kir.
Ji ber pandemiyê ev du sal bûn maça fînalê ya Lîga Şampiyonan ji Stenbolê digirtin û li bajarên din didan lîstin. Niha UEFA'yê eşkere kir ku di sala 2023'yan de dê maça fînalê li Stenbolê bê lîstin. UEFA'yê heta 2025'an cihên din î diyar kirin.
Li gor UEFA'yê di 4 salên pêşî de maçên Lîga Şampiyonan dê li van bajar û stadan bêne lîstin:
- 2022: Stada Saint Petersburg, Saint Petersburg, Rusya
- 2023: Stada Olîmpiyatê ya Ataturk, Stenbul, Tirkiye
- 2024: Stada Wembley, London, Îngilistan
- 2025: Arena Fûtbol Munîh, Munîh, Almanya
Di salên pêşiya me de maçên fînala Lîga Ewropayê ya UEFA'yê jî dê li van bajaran bêne lîstin:
-2022: Sevilla, Spanya
- 2023: Budapeşte, Macaristan
- 2024: Dublîn, Îrlanda
Youtube: www.youtube.com/diyarnamediyarname
Malper: www.diyarname.com
Twitter: twitter.com/diyarname1
Facebook: facebook.com/diyarname
Mail: diyarname@diyarname.com
