Welat Dilken
Tê gotin, dîroka pênûsê ji ya nivîsê kevntir e. Berî ku sûmerî li ser lewheyan bi bizmarî nivîsê binivisînin jî, ji berî zemanan mirovan wekî pênûs tiliya xwe ya şanîdanê bi kar anîne, li ser axê, li ser lîmê-xîzê şekl û îşaret xêz kirine. Piştre sûmeriyan bi bizmar an bi pîjikan li ser lewheyan nivîs û şekl xêz kirine. Piştî bizmarî mirovahiyê ji bo nivîsê qamiş, qoçên fîlan, perikên çivîkan, pênûsên bi hibrî, pênûsên qurşûnî û hwd. û daktîlo û roj roja îroyîn li pêşiya kompîtur bikaranîna klavyeyê.
Dîroka hibrê ji BZ 2700 sal e. Wisa diyar e, dîroka pênûsê bi hezaran salan ji ya hibrê bi wêdetir e, û ji ya nivîsa ku îro tê zanîn jî... Mirovahiyê piştî jihevderxistina dengan; ziman, piştî zimên jî çîrok-vegotina serboriyê û piştî wê jî nivîs peyda kiriye. Lê belê, ji bo nivîsê divê amûrek hebe-hebûya, ku ew jî pênûs e.
Û pênûsa kurd û bi kurdî...
Her çi qasî ku welatê kurdan welatê şaristaniyên berî deh hezar salan be jî, ku bi ser dîroka împaratoriya kurdan (Medan) re 2650 sal derbas bûbe jî, di arşîva dîrokzanên kurd de qeyda metneke nivîskî ya dîplomatîk û siyasî, ku digihîje wê dîrokê nîn e. Kurdan di vî warî de çi nivîsîne, çi qeyd kirine ez nizanim, lê belê, li gorî dokumenterên heyî em dizanin ku metnên kurdan ên dîrokî-nivîskî-wêjeyî yên heyî ji sedsala 8’an û vir ve di qada wêjeyê de gihîştine roja me ya îroyîn. Li gorî daneyên Antolojiya Helbestvanên Kurd a Selîm Temo serdema helbesta kurdî diçe heta sedsala 8’an û di vî warî de navê yekem ku dertê pêş me Belûlî Dana, li gorî metnên ereban Belûlî Zana ye.
Yên xew lê herimî... (uykusu bölünenler)*
Ji sedsala 8’an û vir ve, belkî ji wî mêjûyî jî kevntir; qamiş, belkî jî perikê çivîkê-tawûsê ku di navbera du sê tiliyên nazik û nazdarî de cî ji xwe re girt, êdî li ser vê xakê serdema-şevên ên xew lê herimî, diherimî jî dest pê kir.
Ji qamişê devê newalan, ji perikê tawûsa qewmê qedîm êzdiyan çi peyv bi bask nebû û nefirî balindeyan? Çi ristê xwe bi dev û ziman nekir, li dîwanekê, li şikeftekê, li ser delavekê, li ber arê argund li gundekî, li malekê, her êvar ta bi ta bi cizba şevê ve nekir; wekî çarîn wekî rûbaî, wekî xezel, wekî helbest ş’îr ş’îr nebû bend ji dilekî/ê li ber kelînê re!?
Ji ew dest û tiliyên ku xwe ji perikê rengîn ê tawûsê dişidandin, ji hibra ku ji pozê wê didilopî ser erdê kaxizê yê spî û mîna kefa destî dûz û rast, kîja’yê xew lê herimî bi bêhna hibrê serxweş nebû, bi jehra rengê hibrê yê lercîwerdî û reşikê mûjî neket?
Ji çi ye hibra wan; ji rojê hîvê, ji axê avê, ji bayî, bi dilî-hez, jidil bi evîn, ji xwîn’a sor sorîn...? hibre ya wan jî, ew jî pênûs in, ji dolê bizmarî, qamiş û perikê tawûsê nin; bi xiyalê aza’yî û serbestî d’ nava cîhanê de...!
Bînin bîra xwe!...
Şeva tarî reşê tarî, li ber şewla findê, ji ew dilopên hibrê yên ku ji pozê perikê tawûsê diçilkiyan, bi pênasa îroyîn, ji wê pênûsê çi derneçû ji dilê ew ên ku xew li xwe diherimandin û bi navên xwe bûn bîra me? Ew ên ku bêxew heta destê sibehê pênûs ji xwe re kirin yar, ku yar ji wan vegerî wekî mar û li ser zimanê wan ê tî bû hibrejehr; jê û ji Uryan û Herîrî, Batê, Mela û Feqî... Ma Mem û Zîn ne encama xewa ji perik-pênûsê herimî ye?. Û her wisa, ji Nalî, ji Koyî ta Hawarê... piştî wê Arjen û Şêrko li binê siya şevekê li dora agirekî Medî, li ber şewla mûmekê, ma ew jî ne bi xwedî heman daxwazê bûn, ku bi zarê qedîm ji vir ta li wir, li esmanê ku bê tapî milkê hemî mirovahiyê ye, b’şevan stêrkeke kurdîne jî biçirûse!... û piştî nifşê Rewşenê vê henasê nevîçirkên wan, nifşê min; Osman Mihemed, Şengul Ogur, Rojeng Rojbîr, Elîxan Loran, Berçema Mişretanî, Rêdûr Dîjle, Fêrzan Şêr, Ehmed Ronîar û gelekên din...
Wê bê, şeva ew ên xew lê herimî jî wê belav be li seransarê esmên, ku hat ew şev wê stêrka wan û me pênûsan jî biçirûse wekî grestêrkekê...
Berêya berê tilî, piştre pîjik û bizmar, ji qamîş ta perikê tawûsê, duhî pênûs heta daktîlo û îro, klavye û hêj jî pênûs, çi xêz kirin, çi nivîsin, çi dinivîsînin û wê çi binivîsînin?...
Ji lew, bi tatêl, bi kelecan ez bala xwe didim xêzerêya pênûsa kurdî, duhî çi nivîsî îro çi dinivîse û wê sibehî çi binivîse!?.
Xew li min herimî ye, xew li min herimandine!
Heyra! destûr bidinê bila pênûsa kurdîne xewê li we jî biherimîne!.
Dilopên hibrê yên ku ji wê pênûsê çilkiyane ser erdê pelikê, ku xwedî tilî serxweş kiribin, bi jehrê xistibin jî, ji bo me, ji bo xwîner a girîng şop e. Li şopa wê-wan pênûsan çi xêz û xet man û ew şop berê me bi ku ve rast dike-dikin;
“Bo biservebûna vê pirsê û bo xatirê pênûsê, bi ser poşa wê de hûn jî carekê xwe xar bikin”
Ma ne wisa ye? (Yên ku bîra xwe bi pênûsê dikolin digihêjin avê...!)
*Navê pirtûkeka Şener Ozmenî
welatdilken@hotmail.com
***
Nivîsên Welat Dilken a ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Hêza wêjeyê û nasname
- Sedemên nivîsînê kelecanên nivîskêr
- Bajarê bê mekan wêjevanê bê bajar
- Carinan helbest jî têre nake
- Bersiva pirsekê: Tenêtiya helbestî