logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Hinek beşdar nabin: Va ne weşanxaneyên kurdan ên li Fûara Pirtûkan a Amedê
  2. Danberheva ‘Diltengiya Parîsê’ û ‘Çilkên Pênûsê’
  3. Li Qamişloyê Festîvala Bazara Sûriyeyê dest pê kir
  4. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê dest pê kir
  5. Parêzer li Qamişloyê civiyan; Ji bo kurdî bikeve nav Zagona Bingehîn nîqaş kirin
news-details

Li ser 'Dojeha veşartî'

  • Dîrok: 20/10/2025
  • Beş: Serbest


___Ar-da Arşêl___

"Dojeva Veşartî" pirtûka çîrokan a Bawer Rûken e. Çîrok bi çavên kesên sêyemîn hatiye nivîsandin. Çîrokên mînîmal û helbestî û bi tehm in. Zimanê çîrokan hêsan e û tijî hest in. Çîrok di hundirê çîrokan de aj daye. Tehma çîrokên çîroknûs Wolfgang Borchert ji çîrokan dihat. Peyv têkûzê, hevok kin in. Ne kêm ne zêde ne. Rêbazên guhertî di çend çîrokan bi kar aniye. Hinek çîrokan xwe dubare kiriye. Di gelek çîrokan de tesîra bav xwe daye der. Deqên baranê ji atmosfera çîrokan kêm nabe. Ew jî rewşê hestiyar dike. Lehengên çîrokan piraniyê wan penaber in. Danasandina lehengan kêm e. Tenê em temenê wan dizanin. Derûniya rihê çîrokan di atmosfera kaotîk de ye. Kêf û şahî pir kêm e. Tenêbûn, tekakesî, penaberî, evîn, koçbûn, têkilî …hwd ser mijara çîrokan e.
Dahûrandina çîrokan
PERDE Lehengê çîrokê, Perde, Niviskar, Jina Tirk e.
Perde hem kesek e hem jî dibe dîtbarê nivîskar û zewaca wî. Peyva “Perde“ hêmayek e û “metafora” eybê ye û şûtî taziya malê digire. Perde dibe şehadê “Nivîskar“ têkiliya di nav wî û jina wî. ”Perde“ sinirê nivîs û jiyana nivîskar e. (Lê min ev fêm nekir çima gotiye jinek “Tirk”, di jiyana nivîskar de “jinek” ku ji kîjan miletî be wê ferq neke)
Çîrokên “ŞIMIK, PÊNÛS, MASE, KURSÎ, LÊNÛSK, TEXTÊ RAZANÊ, PİRTÛK” dubareyê hev in. Qala dîtbariyên xwe dikin. Di dîtbariyên van de çîrokên mînîmal û mijar “nivîskar" e.
BEŞA JI ROJNIVÎSKA SIRGÛNEKÎ
Çîrokek tekakesî ya sirgûnekî ye. Wî di gavê xeyalan de û ya rastiyê de dibe û tîne li wê tenêbûna xwe, har e bi şik e. Gelo sirgûn hebûya tune bû ji ku hatibû û heta kijan êlan qelebalixa xwe hebû?
ÇÎROKA ÇÎROKÊ
Çîrokek tevnê xwe li ser nivîsandin û ji xelaskirina tenêbûna xwe stendiye. Çîrok ji xêzên reşkirî û nivîsên di kevanê de û peyvên kin û bi wate pêk hatiye. Çend dîmenê peyvê ji vê çîrokê ev in:
'Nivîsandin ji êş xilas kirinê ye', “Gava tu diçî dilê min qorîdorek sar û tarî ye” rp 29, “Jiyan xapandinek bi plan e”, “Qeder lîstikek xwe xapandinê ye ya li hemberî xwe" Rp 29”
SIBEHÊ
Tenêtiya di tenêtiyê de bi peyvên mînîmal bi qasî rêzikekê aniye ziman.
A HA
Di vê çîrokê de  rû bi rû li  hemberî xwe dimîne , revek ji reva wê û lê gihîştina xwe, tîne ziman.
GULÊN ZER 
Çîrokek  hêviyê xwe ji bende mayinê, ji dûrbûnê, ji êşê, ji evînê, ji têkçûyinê, ji veqetandinê distîne. Çîrokek mekanê wê/wî, di nava bajêr de  û di nava  gûnd de derbas dibe. Çîrokek kine û hêmaya “Mizgînê’ xweş lê hatiye , tahmek xweş daye çîrokê 
XAÇA ŞIKESTÎ
Çîrok li gund derbas dibe. Henêfî, xortekî Ermenî ye û malbata Edûlê, ew ji xwe re xwedî kiriye.Temenê wî li dor 20 salan e. Aqilmendê gund Reşîdê Kal e. Gava ku diçe cem wî ku dawa esiltîya xwe jê re bike ku esil û fesle wî kî ye. Lê Reşîdê Kal  çiqas zana be jî eslê wî qebûl nake û dawîya dawî dibêje “ma emê dawîya dawî li cihekî xwe bigihêje hev “ vedibêje.
Bi vê yekê re Hemîfî dibehece hêrs dibe û berî dide Gozê hezkiriya  xwe.  Jê re dibêje; Ez dixwazim  tu îşev bibe ya min. Paşê bi hev re şa dibin. Qîzantiya wê xera dike. Li ber xwe dikeve Henifî jî  jêrê qala  peyva Reşîdê kal dike “ ma emê dawiya dawiyê  son sonî xwe bigihijê hev “ û paşê jî  xwe dikûje. Çîrokek derûnîya wê giran e . Bêbextî, înkarî, hezkirin, îxanet,….hwd ser mijara çîrokê ye.
MEŞK
Kêl a dil e
WINDA
Çîrok li odeyek ê de derbas dibe, lê miriye, di xew de ye , di mezel de ye, di şevek tarî de ye, ne belî ye. Çîrokek bingeha wê  li ser qedr û qîmetê ye û derûniye ye. Zarok heta 15 salî li gund e, jîr e û  ji zarokên gund re  qala çîrokên li ser tirsê dike. Bavê wî qedr û qîmetê nadê, pê re dixeyide û ji tirsa navê xwe,  havînan li derve li ser pûş vedikeve. Paşê diçe direve bajarekî din li mizgeftekê li ba melayekî heta 20 salî dixebite. Paşê bavê wî telefon dike dibêje “tu çûye wî welatî ca xwe bikişîne pereyan bişîne ya na na here ba birayê xwe’y mezin “ ew jî diçe ba birayê xweyî mezin lê li wir  jî tebatîyê nadê ji wir jî direve û heta 27 saliya xwe li parq û baxçeyan dimîne paşê xwe dikuje. Lê birayê din û mezin  çima li wî, dixistin ew ne belî ye? 
DEMJIMÊR
Ev çîrok gava  ku dem tunebe jî tê xwendin. Ew dem bê mahne dimîne ji ber ku tu ferqîtîyê naxe navbêra metnê. Di vê rojnivîska demkî de 
Dîsa zilamek reviyaye dervî welêt .Dîsa bav dawa pereyan dike Û dîsa baran dibare li paceyê dixe. 
Bingeha çîrokê bîranîna   Marîya yê lê bîranîn bi çavê kesekî sêyemîn vedibêje û bi dengê Mistefê diqede di bin sîyek veşartî de. Di destpêkê de wê bîranînê li ber çavên me radixe li TV’yê dinere dem 14;00 yî ye rismê wan herdûyan li ser sehpêye bi bîra me  dixe û çîrok her dû siet derbasdibe di metneke din xwe dide der ango serê çîrokê dest pê dike û dem dibe 23:00 diqede.
Çîrokek tevna wê xweş hûnandiye zimanê wê sivik û helbestîye, dawîya çîrokê jî ta bi derzî  venekiriyeû her tiştî  ji xwendevên re hiştiye.
TEVN
Çîrokek mînîmal e. Kûr e û bi tîn e.
GORE
Baran û ewr di vê çîrokê de jî xwe da der. Lehengên çîrokan cangiranin, xwerenedînin, feqîrin, xebatkarin, penaberin.
Û piranî ya çîrokan bîranîna  bîranîna ye . Gava li ser textê xênî bû tiştek bi bîrê ket ....û wûsa berdewam e
LEPQUT
Çîroka zankoyê ye.
MASÎ
Çîrokek di hundirê çîrokande ye. Çîrok mekanê wê  zankoye.
DOJEHA VEŞARTÎ
Ev çîrok  bîranînê nivîskarekî ye him dinivîse him jî  çîrok di nava çîrokêkê  de diherikîne.

 

**

Nivîsa Ar-da Arşêl a ku berê di Diyarnameyê de hatiye weşandin:
- Ev roman tabloyeke surrealîst a realîst e

Parve Bike

Youtube Me

Hogir Berbir: 'Ez ne Narîna Bakur im, Narîna Rojava me!'

news

KÛÇIK Û PASEPORT

news

Hogir Berbir: Cîhana ‘Ûsivê Bafile’ û ‘Xezalê’ ji hev cihê ye!

news

H. Kovan Baqî: Îşev ez rastîyeke giran im di vê derewê de

news

Fayeq Mihemedî (Ji fîlmê "Stranên Welatê Dayika Min")

news

Dengbêj Sebrî Agirî...

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 26 09 2026

Stêrkek geş di asîmanê muzîka kurdî de; Fetane Welîdî

news
  • 25 09 2026

Danberheva ‘Diltengiya Parîsê’ û ‘Çilkên Pênûsê’

news
  • 14 09 2026

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
  • 11 09 2026

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news
  • 10 09 2026

Ji sala 1992'yan ve heta niha meseleya tabelayên bi kurdî

news
  • 08 09 2026

Çîroka Şehîdekî Bêkes

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Weşanxaneyên Kurdan ên ku beşdarî Fûara Pirtûkan dibin

ad

Maçey kûpa ay Amed Sporî eyro ya

ad

Qeymeqamî nehişt navê Mem û Zînê li parkê bikin

ad

Tûrnûvay Tenîsî zî hamî betalkerdin

ad

Zimanxane ji bo dersên kurdî li benda serîlêdanan e

ad

Ahmet Turk: Siyaseta zilmê nikare bi kurdan

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Hinek beşdar nabin: Va ne weşanxaneyên kurdan ên li Fûara Pirtûkan a Amedê

  • 26 09 2026
news

Danberheva ‘Diltengiya Parîsê’ û ‘Çilkên Pênûsê’

  • 25 09 2026
news

Li Qamişloyê Festîvala Bazara Sûriyeyê dest pê kir

  • 26 09 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê dest pê kir

  • 26 09 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname