Egît Yar
Ne li ser xêrê be, ez li Alanya dimînim. Sebeb? Ê wele ne hûn bipirsin û ne jî ez bibêjim. Gotinek heye dibêje: "Kereng-pero bi ku de?" Ew jî dibêje: "Wele ez jî nizanim, ji ba bipirsin." Yên ku vê nivîsê bixwîne û dûrî Welêt û diya xwe bin, ewê tê derxe ka ez dibêjim çi. Bi awayekî ji aweyan, vî bayê bextreş, em dan ber xwe û her berê me yekî da deverkê. Hûn ji cîhên xwe razînin yan na, ez vê yekê nizanim. Ger ez li xwe mikur werim ku, ez qet-û-qet ji vê bihuşta tercêl hez nakim; ango ji cîhê xwe nerazî me. Bêlome be, dema dibe havîn, hema ez dikarim bêjim ku herî zêde, şort û t-şort li xwe dikin. Ev ji bo zilaman derbasdar e. Pîrekên herî nixumandî jî, kevkaniyekî li jor û yekî jî li jêr girê didin û hew. Hûn bawer bikin ku mîrov kincê deh kesan jêbikin û têxe bêrîka şalê xwe, tije nabe. Mebesta min ne ew e ku ez paperaziya çîp-rûtan bikim. Wê rojê min dayikek bi kum-û-kitan, ango bi cil û bergên Dêrikanî girêdayî li sûkê dît, loma min qala ba, kerneg-per û kevkaniyên çîp-rûtan kir...
Ew jî eynê nola dayika min, hûrik mûrik bû. Hêşiya dawa xwe di ber pişta xwe re kiribû û heta tu bêje bes, tev-jidandî bû. Nola meşa çikçiganê, bi çindik dimeşiya. Te digot qey avahiyên bajêr, devê xwe pêre xwar dike û tinazê xwe bi wê dikir, lewara ne li rast û ne jî li çepê xwe dinerî. Hema li tûşa xwe, rewankî dimeşiya. Hin çîp-rûtan, wêneyê wê digşandin. Nola ku tiştekî seyr dîtibin.
Ew qas xwîna min keliyabû ser wê ku hew dîna min dît, nigên min daye dû wê û li dû wê dimeşim. Kolana çenda bû ku wê li xwe badabû ez pênizanim, tişta ku tê bîra min ew bû ku, me hev du ji navenda bajêr bi dûr xistibûn. Dayika mina nola morîka şîn-birrik û hûrik, li nêzî parqekê gavên xwe sist kir, min jî bi wê re sist kir. Paşê dageriya parqê û li bin siya darekê rûnişt. Ez jî bi qasî çend gavan jê bi dûr, li ser banqekê rûniştim. Min nexwest ku bala wê bikeve ser min. Lewra ji kurdekî wêdetir, ez dişêbiyam zirtoleyekî li van deran. Kela dilê min tev rabû û min got hema ezê rabim strana kekê Şivan jê deyn bikim û bi dengê xwe yê ne-dawidî bêjim: “Li welatê Tirkiyayêêê, bajarekî turîstîîîk, rastî dayikek kurd hatim, li çara serê xwe digeriyaaa!/ Min go delaaalê delaaalê’ê!...” Lê dîsa jî min culhet nekir û min di halê xwe û wê de nestra. Ji ber ku niqutî dilê min ku, ewê jî li min vegerîne û bêje: “De lolo qurmuçyooo, rî-gutooo şoqe-telîsooo, ma çi riya te bi min ketiiiye’e! De tu biteqize heri di riya xwedeee!…”
Ma qey pêwîst dike ku ez qala bilbil û qefesa wî ya zêrîn bikim? Gora te bihuşt be Aramê Tîgran. Par van çaxan, tu ji qefesa zêrîn filitî û bû wît-wîta te, te bi kul û meraqa hêlîna kevirî, li Amedê, di Newrozê de, ango di hêlîna xwe ya kevirîde dixwend.
Xwedêyo! Tu kul û meraqa wê hêlîna kevirî, bi me re nebe gorê.
***
Nivîsa Egît Yar a ku berê di Diyarnameyê de hatiye weşandin:
- Nameyek ji Sultan Sulêman re