Diyarname
Bifikirin lîg dest pê kiriye, di hefteya sisêyan de tu teknîk dîrektorê xwe diqewimîrî, 9 hefteyan tîmê teslîmê yekî din dikî û piştî 9 hefteyan dîsa vedigerî teknîk dîrektorê berê... Li dinyayê mînakek din a bi vî rengî nîn e. Em qala tîma Enqereyê Geneçlerbîrlîgî dikin. Piştî mirina Îlhan Cavcav kurê wî Murat Cavcav bû Serokê Klûbê. Gençlerbîrlîgî îsal bi Teknîk Dîrektor Umît Ozat dest bi lîgê kir. Di 3 hefteyên pêşî de Gençlerbîlîgî bi ser neket û dawî li peywira Ozat anîn. Di hefteya 4'an de klûbê ligel Mesut Bakkal li hev kir û heta vê hefteya 12'Yan Mesut Bakkal li ser kar bû. Bakkal jî peywirê hat girtin. Bakkal piştî vê biryarê di daxuyaniya çapemeniyê de rêveberiya klûbê rexne kir.
Serokê Klûbê Murat Cavcav piştî vê dîsa ligel Umît Ozat li hev kir û tîm teslîmê wî kir. Bi vê yekê li dinyayê mînakek ku heta îro qet çênebûye çêbû. Ev yek ji bo asta spora li Tirkiyeyê jî mînakek e. Di 3 hefteyan de çawa te yek şand, piştî 9 hefteyan çi qewimî ku dîsa tu diçî heman teknîk dîrektorî tînî? Serokê Klûbê wisa gotiye, "Berî serdem dest pê bike mamoste Umît tîm amade kir, ew tîmê, transferên nû, klûbê baş nas dike. Di dawiyê de heta berî çend hefteyan jî ligel lîstikvanan li bi şev û roj dima. Wî bi xwe jî bawerî da me. Bawerî bi lîstikvanan û tîmê jî heye û dê tîmê bîne cihek baş."