Diyarname
Li Tendurekê piştî provakasyonan leşkeran û daxuyaniyên rêveberên AKP'ê, Hevserokê HDP'ê Selahattin Demirtaş bang li Serokê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu û Serokê MHP'ê Devlet Bahçeli kiribû ku bi hev re herin Agirî û bûyerê lêbikolin. Ji MHP'ê deng nehat, lê CHP'ê heyetek şand. Heyet di bin serokatiya berendamê mebûsiyê yê Agirî û Şêwirmendê Serokê Giştî yê CHP'ê Cemil Erhan de Giyadîna Agirî ku bûyerê li çiyayê wir pêk hatibû û bi gel re axivî. Heyet dê rapora xwe amade bike û pêşkêşî Kiliçdaroglu bike.
Erhan piştî vegerê çavdêriyên xwe ji bo DÎHA'yê anî ziman. Vane ji gotinên Erhan hin not:
- Ev der bûye bajarekî mirî. Gel ji bo şermezarkirina bûyerê dikanên xwe girtine.
- Wekî ku li nav raya giştî tê qalkirin, bûyer ne wisa ye. Ji bo diyarkirina rastiyan divê ji partiyên siyasî heyet pêk bê û here lêkolînê bike.
- Li cem gel tirs û bêdengiyeke mezin heye. Dibêjin li ser me tehdîd hene.
- Her sal şahiyeke wisa lidar dixin, tiştek çênabe, îsal nebû, nehiştin şahî çêbikin. Gel dibêje, 'Par jî me şahî çêkir, leşker hatin me bi hev re govend gerand'. Tê gotin ku îsal ji ber rastî hilbijartinê hat loma tiştin wisa çêbûn. AKP'ê rêyên ku winda kirine dixwaze bi bilindkirina hesta neteweperestiyê bi paş ve bigire, loma bûyer derxistine. A rast îsal leşker neçûna dê tiştek neba. Wekî par me govend bigeranda dê çi bibe?'"
Wekî notek: Roja 11'ê mehê dê gel li Çiyayê Tendurekê dar biçanda û şahiya ku her sal çêdike lidar bixista. Lê heman rojê leşkeran operasyon li dar xistin û di navbera leşker û gerîlayan de pevçûn derket. Hin leşker birîndar bûn. Gerîlayekî şehîd ket. Gelê ku xwestin bibin metralên zindî û di heman demê de çûn leşkerên birîndar ji cihê bûyerê anîn, rastî gulebarana leşkaran hatin. Di gulebarana leşkeran de Hevserokê berê yê HDP'a Giyadinê Cezmî Budak hat kuştin û rêveberê MEYA-DER'ê Cenap Îlboga jî bi giranî birindar bû.
**
Nûçeya eleqedar:
- Leşkeran kurdekî sivîl kuşt!