Diyarname
Li eyaleta Henan a Çînê pêşbaziya maçkirinê li dar ket û bi têra xwe dîmenên maçkirinê derketin holê.
Li eyaleta Henanê li bazara Zhengzhou pêşbaçiya maçkirinê hate dest pê kirin. Kesên beşdarî pêşbaziyê bûn bi saetan hev maçî kirin.
Destgirtiyên hev, hezkiriyên hev an jî jin û mêr bi dehan kes beşdarî vê pêşbaziyê bûn. Helbet hin westiyan û sekinîn, hin aciz bûn peşbazî nîvî de hiştin û ji wan cotek tam 3 saet û 15 deqîqe maçkirina xwe dom kir û bi ser ket. Her wiha xelata xwe hezar û 300 dolar û gustîleke ji elmasê girtin, careke din, vê carê ji bo hev pîrozkirinê hev maç kirin û berê xwe dan mala xwe.