Diyarname
Kompaniya Prada kompaniya mezin a modayê Verscae kirî û bi vê yekê li vê cihanê serdemeke nû da dest pê kirin. Pradeyê bi 1.4 mîlyar dolarî Versace kirî.
Koma Prada li ser vê kirînê daxuyanî belav kir. Versace, şîrketa mezin a modayê ya li Mîlanoyê bû, niha êdî di destê Pradayê de ye. Piştî vê yekê wê markeyên Versace, Prada, û Miu Miu di bin heman banî de bin û bi vê di nav cîhana modaya luks de gavek nû tê afirandin.
Lorenzo Bertelli ku mîratgirê Pradayê ye di rêveberiya nû ya Versaceyê de ewê bi serokê rêveberiyê. Bertelli diyar kir ku plana wî ya ku bi lez markeyê biguherîne tune ye, lê Versace bi salan e "ji potansiyela xwe ya bazarê pir kêmtir bûye."
Prada radigihîne ku "potansiyela mezinbûna Versaceya 47 salî heye ku hê ev potansiyel baş nehatiye bikaranîn."
Capri Holdings di sala 2018’an de Versace bi 2 mîlyar dolarî kirî bû, lê nekarî markeyê hê bilindtir bike. Niha jî kompanî bi 1,4 mîlyar dolarî ket destê Pradayê.
Li gorî avahiya nû ya hevbeş, di nav komê de Versace ji sedî 13’ê dahata giştî ya Koma Prada pêk bîne. Prada ji sedî 64 û Miu Miu jî ji sedî 22'yê komê pêk tîne.
Ji bo yên nizanin, Prada jî wekî Versace kompaniyeke îtalî ye û di sala 1913'yan de hatiye avakirin.Prada di warê kincên lixwekirinê, kozmetîk, aksesuar, mucewherat, parfum, şerab û saetan de kar dike