Hogir Berbir
Ev çend hefte ne li Kurdistan û Tirkiyeyê û li cihê ku kurd lê dijîn, bi tevahî coş û şahiyekê dijîn ji bo serkeftina tîma Amedsporê. Û bi serket; ji Lîga 1’yemîn aTFF’ê Lîga 1’emîn bû û di Lîga 1’emîn e ji bo derbasî Super Lîgê bibe têbikoşe.
Ji bo berxwedan û tekoşîna lîstikvanan di Lîga 1’emîn ya heyama bê de niha mirov nikare tiştekî bibêje ku dê bi çi rengî wê derkeve qadê û li berxwe bide.
Li ser vê çîroka werzîşê, di qada tekoşinê ya gelê kurd de cihê wê çi ye û berê xwe dide ku û ji moral wêdetir çi xetereyan bi xwe re peyda dike, li ser hûrguliyên wê dixwazim hinekî bisekinim û nêrînên xwe bînim ziman.
Di serî de gelê kurd bi sedsalan e, çi demê keys û rûhiyeta coş û moralê wergirtiye, dewleta serdest ji bo wê coş û moralê têk bibe, herdem bi her dûvik, rê û rêbazên qirêj çi ji destan hatiye kiriye. Asta têkbirina coş û morala gel dema helwdanên Bursasporê yên qirêj xwe da der, xwedî derketinek mezin a gelê kurd li hemberî Amedsporê jî xwe da der û ya pêwîst jî ev bû. Û ji wê rojê şûn ve tim bala her kesî Amedsporê kişand ser xwe û heta du hefteyên dawî jî wiha hat.
Di dema lîstikê de ku rihiyeta sedhezan gel ji bo serkeftina tîma Amedsporê diavêt û di qada werzîşê de jî dora 30 hezar mirov amade bûn û dixwest wê kêliya serkeftinê bi dil û can pîroz bikin; lê mixabin mîna ku me dît, Amedspor bi ser neket û ji tîma miqabil 2 gol xwar. Ya girîng ne ev bû, ya girîng bi çi çavî hat lê mêzandin û çi peyam jê da der e.
Berî lîstikê em bala xwe didin rewşê, di qada çapemeniya kurd de flash nûçe derbas dibû; “operasyoneke bejahî li başûrê Kurdistanê dest pê kiriye, ji milê Metîna ve dane ber xwe…” û hwd. Di heman kêliyê de li qadê 30 hezar mirov bûn yekdeng û li ber “merşa neteweyî” ya serdestan rawestiyan.
Çîroka operasyonê di nava çapemeniya kurdî de fetişî, ya rêzgirtina li ber “merşa neteweyî” bû benîşt û kete devê çapemeniya miqabil. Çapemeniya civakî ya înternetê jî tim û tim diruşmên “li berxwe bide gel, li berxwe bide Amed li berxwe bide, ev strana min ji bo te ye, ji bo eşq û evîna çiyan li ber xwe bide…” derket pêş.
Di vir de, hîn em li serî ne û ji niha ve xuya ye, Amedsporê çi fanatîk ava kiriye û çi xetereyê dê bide tekoşîna serê çil salî, xweş eşkere dike. ji ber ku diruşm û posterên ku li stadyumê hate dîtin, nîşaneya tiştên ku di civaka kurdan de diqewimin nehate nîşandan û mîna werjîşekê derket pêş.
Ez ne li hember werzîşê me û ne fanatîk im jî. Ya rastî jî gerek Amedspor fanatîkan bi xwe re neafirîne û dev ji tekoşîna xwe jî bernede. Bo vê çend şaşiyan bi mînakan dixwazim bînim ziman.
Girîngiya ku Barcelonayê derxist pêş, bi nêrîna “werzîş qet ne tenê werzîş e” derket pêş, di rola serxwebûna welatê xwe de cih girt û bi rihê neteweya xwe li qada werzîşê bû. Barcelona hinekî din pêş de çû û di daxuyaniya xwe ya fermî de jî wiha aşkere kir ku Barcelona “ji aliyê dîrokî ve dilsozê demokrasî, azadiya ramanê û mafê çarenûsa neteweya xwe ye, her kiryareke ku rê li ber pêkanîna azadiya gelê Barcelonayê bigire şermezar dike û xwedî van mafan e. Û wê bibe mînakek aştiyane ji bo vîna gelê Katalonyayê bi rengekî civakî xweş eşkere bike.”
Ev zelalî çênebe ne mimkûn e Amedspor bibe Barcelona, Amed bibe Katalonya û Tirkiye jî bibe Spanya. Çawa nîqaşên herî xurt ên li ser referandûma serxwebûnê ya herêma xweser a Katalonyayê ya Spanyayê, li ser pêşeroja klûba werzîşê ya Barcelonayê bû yek ji mijarên herî zêde hat axaftinê, gerek em bi rêya Amedsporê jî destkeftiyên gelê kurd derxin asteke din. Û tîma werzîşê ya Barcelonayê ji bo gelê Katalonyayê “ji qlûbekê wêdetir” bû, gerek Amedspor jî ji bo gelê kurd “ji qlûbekê wêdetir” be.
Amedspor xwedî van huneran e û dikare pêşengiyê bike û ne ku ji tekoşîna 40 salî wêdetir di qada werzîşê de fanatîkên sosret ava bike û di nava siyaseta heyî de a-polîtîk be. Dema ku Amedspor di tevgera serxwebûnê de roleke sereke nelîze û tenê bi mafê çarenûsa kurdan biparêze tevbigere, wê xwe ji rêvebirina fanatîktiyê nikaribe biparêze û ji qlûbekê wêdetir nebe tiştek.
Amedspor wê bibe mîna dema destkeftiyên di qada siyasî de ku gelê kurd bi dest xistin û dora 20 salî bi rêya şaredariyan rêvebirina bajaran bi rê ve birin û derfet, amûr û alavên heyî qet ji bo pêşerojê amade nekirin, roja ku desthilatdar dest danî ser wan, çi aborî, çi siyasî, çi çandî, çi derfetên hebûn, bi yek carê têk çûn û di çend salên dawî de bi rihetî di qada siyasî de bêhnek nehate stendin û hîn êşa vê tê kişandin; ji bo heman aqûbetê nejî, gerek tevbigere.
Amedspor bi navê xwe jî tê diyarkirin ku tîmeke werzîşê ya kurdan e û gerek li gor rê û rêbazên kurdî tim li pêş be û çi hewldan hebin jî bi kurdî bin. Mîna şaredariyên demên borî û siyaseta bi zimanê serdestan tevnegere û dernekeve pêşberî gel. Bo wê diruşm, xemlandina qadê, qada medyayê û çi ji destan tê pêwîst e bi kurdî be, an na, ji niha ve jî tê xuya kirin, meşek bi rê û rêbazên şaş heye û bi rêya fanatîkbûnê wê bibe amûrek cihê ya pisaftinê.
Mînaka klama “Amed li berxwe bide!..” her tiştî eşkere dike. Rihiyeta serhildana gel ya 2006’an bi vê stranê re di qada werzîşê de nayê ziman û bi xwe re konsepteke bi rêya vê stranê û rihê wê demê têk bibe, bi nîfşê niha bide ji bîr kirin, heye. Heman stran bûbû strana hilbijartinê û bi partiyên nekurd ên muhalif li qadan deng vedidan. Em hinekî din bala xwe didinê, strana “Lê Amedê…” ya berxwedana Wedat Aydin û niha jî strana Kerem Anqosî ya merşî, ji aliyê hin kesan ve hatiye guhertin û mîna merşekê dixwazin bi rêya Amedsporê, fanatîkên demê ava bikin û ji rihiyeta stranê dûr bixin, hewldan hene. Berpirsiyarên vê qadê xwedî ew qas û huner û cewher in, nikarin straneke an jî marşeke ji rihiyeta pêvajoyê ya dema werzîşê ji Amedsporê re ava bikin û têxin nava gel?
Emînê Erbanî bû, ne teqlît û ne gotinên qalibekî dûbare, stranek got û mîna wî jî derket, “Amedspor şampiyon e, Bursaspor kumeye…”
Bo vê dema çêkirina tiştekî bila nebe sebebê xerakirina tiştekî din û ji bo nirxên bi dest ketine jî pêwîst e lê bê xwedî derketin, bi xwedîderketinê re tiştekî nû biafirîne û li nirxan zêde bike.
Ne ku “ME” ya me rojekê mîna şaredariyên me û siyaseta me di hin pêvajoyan de bûbû bela serê me û di qada siyasî de tekoşîna me çend salên din bi paşxîne û bibe sebebê têkçûneke din ku em bi ser xwe ve neyên.
Û ji ber vê gerek em ji xwe bipirsin; “Amedspor di nîqaşên azadiya gelê kurd de li ku disekine” û bibe yek mijara me ya herî zê de em li ser biaxivin, nîqaş bikin û zelal bikin.
Ev zelalî derket şûn de, mîna her tiştên “me”, gelê me amade ye li “me”ya xwe xwedî derkeve.
rojisor@hotmail.com
****
Nivîsên Hogir Berbir ên berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Di çarçoveya ziman de şikilgirtina raman û kesayetê