Diyarname
Hunermend Pinar Aydinlar ku ji Almanyayê vegeriya Tirkiyeyê li Balafirgeha Ataturk hat binçavkirin û ew hat tewqîfkirin.
Hunermend Pinar Aydinlar endama Meclisa Partiyê ya HDP'ê ye. Aydinlar demek berê ji ber axaftina wê ya li Îzmîrê doz hatibû vekiribûn û dadgehê 10 meh cezayê hepsê lê hatibû birîn. Aydinlar ku demek berê çûbû Ewropayê lê ji ser twitterê wisa nivîsî: "Ez zindadên welatê bi kuçeyên xemlandî yên li Ewropayê naguherînim." Piştî vê parvekirinê Aydinlar vegeriya Tirkiyeyê û îro li balafirgehê hat girtin. Aydinlar şandin Gîrtîgeha Jinan a Bakirkoyê.