Diyarname
ŞanoWan li Wanê yek ji navendê çandî ye. ŞanoWanê bernameya xwe ya meha reşemî eşkere kir. Di nav bernameyê de kargeheke şanoyê, lîstikên şanoyê û konserek heye.
Bernameya ŞanoWanê bi kargeha şanoyê dest pê dike. Lîstikvan Rugeş Kirici wê kargehê bi rê ve bibe. Kargeh rojên 2, 3 û 4'ê mehê, sê rojan didome.
Lîstika Şano Ar "Qral û Travis" roja 9'ê mehê saet 17.00 û 19.30, du caran dê bê lîstin.
Stand-upa Salih Yildizoz rojên 16 û 17'ê mehê wê li ser dikê be.
Aryen Huner/Aryen Kom bi konsera xwe 18'ê mehê derdikeve pêşberî muzîkhezar.
Bernameya ŞanoWanê bi lîstika "Tut/Birak" a şanoya mêvan Theater Antract bi dawî dibe.
Çalakiyên li Şano Wanê saet 19.30 re dest pê dikin.
Ji bo têkilî:
0552 894 7382
**
Nûçeyên Eleqedar: