Diyarname
HDP'ê di hilbijartina herêmî ya 31'ê adara 2019'an de bi temamî 65 şaredariyên bajar, navçe û bajarokan bi dest xistin. Niha ji bilî 6'an dewletê bi kayûmê dest danî ser hemûyan.
Di hilbijartinê de 3 bajarên mezin (Amed, Wan, Mêrdîn), 5 bajar (Qers, Sêrt, Batman, Culemêrg, Îdir), 45 navçe û 12 bajarok ketibûn destê HDP'ê. Her wiha bi temamî 1230 endamên Meclisên Şaredariyan, 101 heb î endamên Meclisa Giştî ya Bajaran di destê HDP'ê de bûn.
Dewletê pêşî bi sedema berendam bi KHK'yan (Biryarnameya di Hukmê Zagonê de) ji kar hatine avêtin mazbata nedan 6 şaredariyan. Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê bi vî awayî berendamên AKP'ê kirin şaredar.
Paşê yek bi yek bi kayûman dest danîn ser şaredariyan. Pêşî di 19'ê gelawêja 2019'an de dest danîn ser Şaredariyên Amed, Mêrdîn û Wanê. Paşê yek bi yek yên din hatin. Û herî dawî îro bi kayûmê dest danîn ser Şaredariya Qersê jî.
Niha di destê HDP'ê de tenê li van 6 navçe û bajarokan şaredarî ma:
- Komur, Semsûr
- Patnos, Agirî
- Çinar, Amed
- Qereçoban, Erzerom
- Silopî, Şirnex
- Gundê Melê, Şirnex
**
Nûçeyên Eleqedar: