Diyarname
Yekem car di sala 1969'an de di Konferansa UNESCO'yê de ev roj tê pêşniyar kirin. Û yekem car di sala 1970'yî de ev roj wekî "Roja Dinyayê" tê pîrozkirin. Ji bo balê bikişînin guherîna kişwerê û qirêjiya hawirê di asta navneteweyî de ev roj tê pîrozkirin.
DÎROKA WÊ
Di Konferansa Dinyayê Ya Neteweyî ya UNESCO'yê ku di sala 1969'an de li dar ket de ji aliyê John McConnell ve li Franciscoyê ev roj tê pêşniyar kirin. Wî, roja 21'yê adarê pêşniyar kiribû ku sedem jî wê rojê kmaweya şev û rojê wekî hev in. Lê Senatorê berê yê DYA'yê Gaylord Nelson heman salê dema li Santa Barbara ya li Calîforniayê dibîne ku petrol diherike nava behrê li ser vê yekê difikire û fikra parastina dinyayê tîne ziman. Di sala 1970'yî de ew aktîvistekî ciwan Denis Hayesî peywirdar dike û bi hev re di 22'yê avrêla 1970'yî de çalakiyê li dar dixin. Di wê rojê de 20 mîlyon amerîkayiyan li cihên cur bi cur piştgirî dan çalakiyê. Loma jî ev roj, yanê 22'yê avrêlê wekî Roja Dinyayê (Earth Day) hat qebûlkirin.
Bi vê çalakiyê re heman salê li DYA'yê (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) "Ajansa Parastina Hawirê" hat avakirin û wê dest bi xebatên xwe kirin.
MIJARÊN BINGEHÎN
Di vê rojê de li ser tasarûfkirina enerjiyê, tasarûfa avê, bikaranîna plastîkên ku dostên hawirê ne, kêmkirina karbonê, hurmeta ji bo hawirê tê sekinîn. Ev mijar wekî mijarên bingehîn têne qebûlkirin. Tê xwestin ku li dinyayê hem wekî kes, hem jî hikumet ji bo parastina dinyayê bikevin nava tevgerê.
REWŞA KURDAN
Di vê rojê de axa kurdan her di bin tehdîdê de ye. Dar û berên kurdan, çiyayên kurdan her têne bombekirin. Ji parastina dar û ber, daristanên kurdan wêdetir darên li çiyayan têne birîn, koka daristanan tînin.
Di Roja Parastina dinyayê de ligel parastina hemû dinyayê, hêja ye ku kurd jî xwedî li hemû dinyayê û xwedî li axa xwe derên.