Diyarname
Mebûsa HDP'ê Meral Daniş Beştaş li Meclisê li ser binpêkirinên mafan ên li girtîgeha ku di dema Rewşa Awarteya (OHAL) niha hatiye ragihandin axivî. Vane ji gotinên Beştaş çend xalên girîng:
- Pêşî li girtîhan OHAL ket jiyanê û niha li girtîgehan dixwazin 'îçtîma' (ketina rêzê ya bi leşkerkî) li ser girtiyan pêk bînin û gelek girtî rastî Îşkenceyê tên.
- Di Derbeya 12'yê Rezberê de îçtîma bi girtiyan didan kirin. Niha dixwazin girtî berê xwe bidin dîwaran û wisa bikevin îçtîmayê. Ev taybetiya hemû derbeyan e. Derbeyek hat têkbirin, yeka din bi hemû hêza xwe diwaze bibe serdest.
- Îşkence sûcê mirovahyê ye. Niha li Rihayê du ciwan di greva birçîbûnê de ne, ev 12 roj in di bin çavdêriyê dene û di vê saeta ez diaxivim de jî di bin îşkenceyê de ne. Ligel ku di greva birçîbûnê de ne şekir jî nadin wan.
- Mafê axaftina bi telefonê ligel malbatan daxistin 15 rojan carekê. Ji yên dihatin hevdîtinê kesê sêyem jî dihat ew jî hat betalkirin, tenê kesên di rêza yekemîn de ji malbatê bin dikarin herin hevdîtinê.
- Mafê parastinê û hevdîtina bi parêzeran re di bin zordariyê de ye.
- Sewqkirin û sirgûnkirina dest pê kiriye.
- Sînorkirina rojname, pirtûk, kovar û televîzyonê anîne. Hin kanalên televîzyonê ji rêbera kanalên televîzyonê hatine derxistin.
- Li Girtîgeha Tîpa D a Amedê girtî Hêja Algan li Nisêbînê ligel 75 kesan hatibû girtin di encama îşkenceyê de çavê rastê kor bû, çavê çepê jî di bin talûkeya korbûnê de ye, ji bo Nexweşxaneya Nimûna ya Enqereyê sewk hatiye derxistin lê naşînin.
- Dewlet divê dest ji îşkence ku sûcê mirovahiyê ye berde.