Diyarname
Li Parîsê 10 hezar cotkar bi nêzî 1200 traktorên xwe derketin kuçeyan, trafîk felc kir û erzanbûna dexlê (zadê) şermezar kir.
Ji ber daketina buhaya daxilê û birîna mafê civakî cotkar tevî traktorên xwe derketin kolanên qelebalix Nation û Republique yên paytexta Fransayê.
Cotkaran hikumet şermezar kir, hinan jî bi pankartên bi traktorên xwe ve kirin ve bang li jina Serokomarê Fransayê Nicolas Sarkoy Carla Bruni kirine û wisa nivîsîn: "Carla alîkariyame bike. Em nikarin bi eşq û avê bijîn."
Wezareta Çandiniyê ji bo hêrsa cotkaran daxe daxuyaniyeke da û got: Emê ji Yekîtiya Ewropayê bixwazin ku zêdetir alîkariya cotkarên Fransayê bike.
Nûnerê cotkariyê yê Komisyona YE'yê Dacian Ciolos sibê li Parîsê wê bi rayedaran re biaxive.
Li gor agahiyên Wezareta Çandiniyê buhaya dexlê li gor par sedî 24 daketiye.