Diyarname
Wekî her sal em îsal jî îstatîstîkên xwe par ve dikin. Lîsteya di sala 2020'an de 10 nûçeyên herî zêde hatine xwendin me derxist û temam kir. Li gor lîsteyê du nûçeyên me bi ser 8 hezar carî de hatine xwendin.
Ya yekê "Rêwîtiya fezayê a taybet dest pê kir: Roket bi rê ket" e ku 8360 caran hatiye xwendin. Ya din jî "Barzanî: Me biryar da em derbasî alfabeya latînî dibin". Di 1'ê avrêlê de wekî heneka rojê me wisa nûçeyek weşandibû û li ser twitterê belav kiribû. Di twitirê de rojek de bi ser 100 hezar kesî re ew parvekirin dîtibû.
Di 10 nûçeyên herî zêde hatine xwendin de çend nûçeyên pirtûkan hene. Yek jê jidinyayê, yek jê ji beşa serbest, nûçeyên çandî û yek jê jî ya sporê ye.
Ya rêza 10'an ji aliyê 2411 kesî ve hatiye xwendin lê divê em bibêjin bi dehan nûçeyên din hene ku bi ser 2 hezarî re hatine xwendin lê tenê me ew 10'ên pêşîn xistin lîsteyê.
Va ne ew 10'ên ku herî zêde hatine xwen (Navê nûçeyê, beşa hatiye xwendin, hejmara xwendinê û dîrok):
1- Rêwîtiya fezayê a taybet dest pê kir: Roket bi rê ket /Dinya / 8360 / 31.5.2020
2- Barzanî: Me biryar da em derbasî alfabeya latînî dibin / 8019 / 1.4.2020
3- Li ser 'Leylan'an daxuyaniyek / Berhem / 3068 / 23.1.2020
4- Fermo hemû pirtûkên kurdî yên 2019'an de derketine / Nûçeyên Çandî / 2930 / 1.1.2020
5- Ji bo hînbûna soranî 'Hînker'ek derket / Berhem / 2820 / 22.1.2020
6- 'Xebatên Rewşenbîriya Kurdî' derket / Berhem / 2760 / 3.1.2020
7- Coelho: Me yê bi hev re pirtûkek bi nivîsanda / Spor / 2750 / 27.1.2020
8- Pirtûkek nû li ser Komara Kurdistanê derket / Berhem / 2656 / 9.1.2020
9- Sîmir Rûdan bi albûma xwe ya nû bi “Kevî” hat Berhem / 2613 / 6.1.2020
10- Rêbera Rastnivîsînê çi rast nivîsiye? / Serbest / 2411 /19.1.2020
NÛÇEYÊN ALBUMAN
Nûçeyên li ser muzîkê balê dikişînin. Nûçeya albuma Sîmîr Rûdan "Kevî" di rêza 9'an de bi 2613'yan kete nava lîsteyê lê mînak nûçeya 'Hez' a Agît Işik ligel ku 2302 caran hatiye xwendin jî neket nava 10'ên pêşî. Dîsa nûçeya "Klîba Salê ya 2020'an" ku me vê hefteyê weşand tenê di roja yekemîn de ji aliyê 1310 kesî ve hat xwendin. Piştî hefteyek ev nûçe dikare bigihîje bi ser du hezarî, ji ber ku yên wê rojê naxwînin, rojên din dixwînin.
Her wiha ji nivîsên 'Portreyên Meh'ê ya herî zêde ya "Nivîskarê Zimanê Kurdî’ Yaqob Tilermenî" bi 2213 caran hatiye xwendin.
HEJMARA NÛÇE/NIVÎSÊN ME WEŞANDINE
Ji aliyê hejmarê ve, par me dor hezar nûçe/nivîs (ji bilî nivîsên qunciknivîskaran) weşandibûn, îsal me dor 1200 nûçe/nivîs weşandine dîsa ji bilî nivîsên qunciknivîskaran.
***
Nûçeyên Eleqedar:
- 2020: Ji Rojavaya Asyayê 20 fîlmên serketî, 2 jê Fîlmên Kurdî ne
- 2020: Kurdên ku xatir xwestin
- 2020: Juriyê ‘Klîba Herî Serketî ya Salê’ ya bi kurdî hilbijart
- 2020: Îş Bankasi 17 mîlyon heb pirtûk çap kirin
- 2020: Di rojên koronayê de rewşa muzîka kurdî
- 2020: The Guardianê albumê salê hilbijartin
- Xelata Şerefname ya 2020'an dan Konê Reş
- 2020: Portreya Behrûz Boçanî eciband
- 2020: FIFA'yê serketiyên salê eşkere kirin
- 2020: Ji Rotten Tomatoes 100 fîlmên salê
- 2020: Ji bo "Person of The Year" Timeê ew hilbijartin
- 2020: FIFA fînalîstê serkewtî ê sere eşkera kerdî
- 2020: Li dinyayê 10 albumên salê yên serketî
- 2020: Kovara Time fîlmê serkewte yê emsarî eşkera kerdî
- 2020: Fîlmên ku li ser platformên dîjîtal zêde hatine temaşekirin
- 2020: UEFA'yê berendamên 11'yên serketî eşkere kirin