Diyarname
Nivîskarê navdar Paulo Coelho piştî mirina basketbolkarê efsanewî Kobe Bryant ji ser twitterê re peyamek weşand û got wan dê bi hev re pirtûkek binivîsanda.
Coelho ji ser twitterê re dîmenek ji twitterên xwe yên berê weşand. Têde dibêje ku ew ji lîstikvanekî mikemel wêdetir bû û diyar dike ku ji têkiliya wan ew gelek tişt hîn bûye û qala pirtûkê dike, lê dibêje ku ew dê pêşnûmaya pirtûkê jê bibe, ji ber ku qîmeta wê winda bû.
Basketbolkarê navdar Bryant duh di qezaya helîkopterê de ligel keça xwe miribû.
Li aliyê din di dersên basketbolê de Bryan ji bo hevalê xwe yê basketbolkar Kyrie Irving par pêşniyar kiribû ku pirtûka Paulo Coelho yê bi navê "O Alquimista" bixwîne.
**
Nûçeya Eleqedar:
- Efsaneyekî din çû: Kobe Bryant di qezayê de mir