SYDNEY
Xelatên nîgarkêşiya portreyan ên Archibald ji bo sala 2020’an eşkere bûn. Vincent Namatjira bi xêzkirina portreya Adam Goodes bû yekemîn. Lê di xelatên îsal de ya bal bire ser xwe xelata tercîha xelkê bû: Angus McDonald ev xelat wergirt ji ber ku wî wêneyê Behrouz Boochani (Behrûz Boçanî) xêz kir.
Portre bi gotinên eşkerekirina xelatê nivîskar û penaberê kurd ê ji rojhilatê Kurdistanê “xurt, bixwebawer û aştiyane” kariye nîşan bide. Dema Boçanî di sala 2018'an de hê li Manusê girtî bû wênesaz McDonald pêre têkilî daniye.
Li Avustralyaye ev xelat xelatên herî navdar e ku li ser portreyan têne dayîn.
Ew dibêje wî, Behrûz Boçanî wekî saxfilitiyê zilmê yê bixwebawer û aştiyane xêz kiriye. Boçanî jî li ser serketina McDonald got, portre li cem xelkê wekî semboleke “hêvî û berxwedanê” deng vedaye û ji ber wê hatiye hilbijartin.
Ji Yenî Ozgur Polîtîkayê hatiye girtin
**
Nûçeyên Eleqedar:
- 2020: FIFA'yê serketiyên salê eşkere kirin
- 2020: Ji Rotten Tomatoes 100 fîlmên salê
- 2020: Ji bo "Person of The Year" Timeê ew hilbijartin
- 2020: FIFA fînalîstê serkewtî ê sere eşkera kerdî
- 2020: Li dinyayê 10 albumên salê yên serketî
- 2020: Kovara Time fîlmê serkewte yê emsarî eşkera kerdî
- 2020: Fîlmên ku li ser platformên dîjîtal zêde hatine temaşekirin
- 2020: UEFA'yê berendamên 11'yên serketî eşkere kirin