Diyarname
Fenerbahçeyê di 2’yemîn maça Pêşhevtêkbirinê ya Lîga Şampiyonan de li mala xwe tîma Ûkraynayê Dînamo Kîev kiribû mêvan. Dînemo Kîevê Fenerbahçe i 2-1’ê têk biribû.
Berî maç bi dawî bibe temaşevanên Fenerbahçeyê tezahurata “Vladimir Putin" bilind kiribû. Li ser vê yekê UEFA’yê ceza li Fenerbahçeyê birî. UEFA’yê di maçekê de cezaye beşek bê temaşevan (herî hindik 5 hezar kursî) û 50 hezar Euro cezayê pereyan li Fenerbahçeyê birî.
Tê zanîn Rusya û Ûkrayna di şer de ne û ji ber FB li hemberî D. Kîevê têk çû temaşevanan jî dengê Putinî bilind kir.
Maça yekem li Ûkraynayê bi 0-0'ê bi dawî bûbû. Bi vê encamê re D. Kîevê rêya xwe domand, Fenerbahçe daket lîgek jêrîn Lîga Ewropayê.