logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  3. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  4. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  5. KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin
news-details

2020: Di rojên koronayê de rewşa muzîka kurdî

Îsal ji ber bandora Covid-19ê hejmara albûmên muzîkê yên bi kurdî kêm bûne. Lewre Covid-19ê bandor li ser hemû jiyanê, h

  • Dîrok: 23/12/2020
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Ferîd DEMÎREL*

Îsal ji ber bandora Covid-19ê hejmara albûmên muzîkê yên bi kurdî kêm bûne. Lewre Covid-19ê bandor li ser hemû jiyanê, her weha li ser xebatên çand û hunerê jî kiriye. Gelek bernameyên çand û hunerî yan hatin betalkirin an ji bo demeke din hatin taloqkirin an jî bi rêyên alternatîv pêk hatin. 

Hunermendên kurd jî di bandora vê rewşê de mane. Heta em dikarin bibêjin hinekî bêhtir bandor li wan kiriye. Lewre Covid-19 li sansur, qedexe û astengiyên li pêşberî hunermendên kurd, zêde bû. Yanî weke kurmancê me dibêjin: “Rez ne ti rez bû îca terezê jî lêxist”.

Qedexeya ji bo lîstika Teatra Jiyana Nû (TJN) bînin bîra xwe. Şanoyên Bajêr ên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ji ber covid-19ê biryar dabû ku piştgiriyê bide komên şanoyê yên taybet. Teatra Jiana Nû (TJN) jî yek ji wan koman bû ku bi lîstikeke xwe ya bi kurdî serî lê dabû. TJNyê xwestibû bi lîstika “Bêrû” ya Dario Foyî bilîzin. Şaredariyê jî di dîroka xwe ya 106 salan de biryar dabû ku şanoyeke bi kurdî di bernameya wan de cih bigire. Roja ku wê lîstîk bihata lîstin, Qaymeqamiya Gaziosmanpaşayê ya Stenbolê lîstina şanoyê bi îdiaya ku “propagandaya PKKyê dike” qedexe kiriye.

Ji ber wê îsal di nûçeyê de li gel albûman em ê behsa wan xebatên li ser platformên dijîtal û medyaya civakî bikin ku ji ber Covid-19ê hunermendan berê xwe daye wan.

Ka em di serî de berê xwe bidin albûman

Salê bi albûmên hunermendên jin destpê kir

Beriya Covid-19 jiyanê ji her alî ve li mirovan teng bike, piştî serê salê hema bi çend rojan çar stranbêjên jin li ser hev albûmên xwe derxistine. Her weha din ava salê de jî Semyanî Perîzade, Hany Mojtahedi jî albûmên xwe weşandine.

Rewşan Çelîker - Tov

Albûmek ji wan ya Rewşan Çelîkerê bû. Navê albûma wê “Tov” e ku piştî albûma wê ya bi navê “Ax Lê Wesê” ya yekem, albhuma duyem bû. Di albûmê de 10 stran hene. Helbesteke Kamûran Alî Bedirxanî û yeke Fêrikê Ûsivî, straneke Aram Tîgranî û besteyeke Dr. Ahmet Kaya û yeke Mirady Doganî di albûmê de hene. Her weha çend besteyên Rewşan Çelîkerê bixwe.

Rojda - Bazin

Albûma Rojdayê jî di meha Kanûna Paşiyê de derketiye ku navê wê "Bazin" e. Di albûmê de 10 stran hene ku 7 jê besteyên Rojdayê ne. 

Aynûr Dogan – Hêdûr

Piştî vê albûmê Aynûr Doganê albûma xwe ya bi navê “Hêdûr weşand.

Doganê 3 salan ji bo albûmê kar kiriye û wê di albûma xwe de 8 stran straye. 2 stranên wê besteyên Aynûr Doganê ne. Yên din jî gelerî ne.

Hêja Netirk – Stranên Neşuştî

Hêja Netirk yek ji wan hûnermendan bû ku albûma wê di wê deme de derketiye. Navê albûmê “Stranên Neşuştî” ye ku 3 stran tê de ne. “NeNe”, “Derî Lêket” û “Belkî” navê stranên di albûmê de ne.

Semyanî Perîzade – “Xewna Berevajî”

Semyanî Perîzade di sala 2019an de tevlî Sandra Alesandraya Silemaniyeyî strana bi navê “I Am Fire” derxistibû. Di wir de her du stranbêjan bi ingilîzî stran dixwendin.

Piştî vê single-ê bi salekê Semyanî Perîzadeyê niha jî singlek bi kurdî weşandiye. Navê strana Perîzadeyê “Xewna Berevajî” ye.

Perîzadeyê di vê stranê de şêweyên muzîka dijital bikar aniye. R&B, Hip-Hop/Rap û hinek jî arabesk heye di vê stranê de.

Astare & Tara Jaff - So

Astare û Tara Jaffê di meha Kanûna Pêşiyê de video-klîpek weşandin ku straneke zazakî ango kirmanckî tê de distirên. Navê stranê "So" ye ku Astareyê gotinên wê nivîsandiye û muzîka wê çêkiriye. Tara Jaff bi harpê Astare jî bi tembûrê lê dide û herdu stranbêj bi hev re distirên.  

Harûn  - Rev

Di dawiya salê de albûma rockbêj Harûnî ya bi navê "Rev" weşiyaye. 10 stran di albûmê de hene ku piraniya wan besteyên Harûnî ne. Her weha  Elkiyî strana "Bayê Payîzê" ya Koma Wetan jî straye. 

Ozan Serdar - Zerya 

Ozan Serdar, di albûma xwe ya nû de stranên gelerî û besteyên xwe yên zazakî distirê. Navê albûmê Zerya ye di albûmê de stranên weke "Hemilkano", "Zengeriyê", "Heyî Heyî" hene.

Agît Işik û “Hez”

8 stran di albûmê de hene ku 4 jê besteyên Agit Işikî ne. Yên din jî bi tevkarî û alîkariya muzîkjenên weke Dr. Ahmet Kaya, Mirady û Fîkrî Kutlayî hatine sazkirin. Her weha yeke gelerî, bi zaravayê soranî heye ku navê wê Sûregul e. Taybetmendiyeke din a albûmê heye ku Agit Işiki muzîk ji helbesteke Arjen Ariyî û ji yeke Berken Berehî re çê kiriye û ew stra ye. Helbesta Berken Berehî ya bi navê “Wêneyekî Qufilî” û ya Arjen Ariyî jî bi navê “Hez” e ku navê albûmê jî ji vê helbest û stranê hatiye.

Mehmet Atli – Morî Mircan

Mehmet Atliyî piştî albûma xwe ya bi navê “Birîn” ya 2014an ango piştî 6 salan albûmek derxist. Navê albûma wî “Morî Mircan” bû ku albûm li ser du beşan pêk hatiye. Di beşa yekem besteyên Mehmet Atliyî û di ya duyem de stranên klasîk ên bi şîroveya Mehmet Atliyî hene.

Awazê Çiya - Botan

Navê albûma Awazê Çiyan "Botan" e ku 10 stranên ji herêma Botanê hatine berhevkirin tê de hene.  

"Ax"a Serhadoyî

ek ji pêşekên rapa kurdî Serhado albuma xwe ango bi gotina wî nîvalbuma xwe ya nû weşandiye. Navê albûma Serhado "Ax" e û di albumê de 5 stranên rapê hene. Navê stranan "Sed Carî", "Derewe", "Bajo", "Ax" û "ê?" ye.

Album li ser hemû platformên dijîtal hatine belavkirin.

Yekem albûma Alî Jiyanî weşiyaye

lî Jiyan ango weke ku heta niha dihate naskirin Aliyê Koma Agirê Jiyanê, yekem albuma xwe ya solo di vê salê de weşand.

Mem Ararat û Tara Mamedovayê ji albûmên xwe stran weşandine

Mem Ararat û Tara Mamedovayê jî rêyeke din ji xwe re girtin. Her dû hunermendan bi qasî albûmekê amade kirine lê li şûna hemû albûmê bi carekê biweşînin di nava demê de stran bi stran weşandine.

Navê ya Araratî “Pesna Evînê” ya Mamedovayê jî “Giran” e. 

Grup Avesta - Bi hev re 

Albûmeke din a di salê de hate weşandin ya Grup Avestayê bû. Navê albüme “Bi hev re” ye û 6 stran tê de hene.

Seyîdxan Sevînç û “Bîr”a wî

Seyîdxan Sevînç vê hefteyê li ser hesabên xwe yên medyaya civakî mizgîniya albuma xwe dabû hezkiriyên xwe. Ev albûma wî ya yekem e û navê wê jî “Bîr”ê. Di albumê de 8 stran hene. Sevînçî divê albumê de stranên gelêrî û yên bûne mîrateya muzîka kurdî straye.

Alî Înanirî albumeke akûstîk derxistiye

Alî Înanirî piştî albuma xwe ya bi navê “Zerrî Dej” albumeke nû weşandiye. Album bi awayê akûstîk hatiye amadekirin û sê stran tê de hene. Du jê bi kirmanckî, yek bi kurmancî sê stran di albumê de hene. Navê van stranan “Şev Tarî”, “Derdê Giran” û “Ez û Tu.”

Babetna – Dongu

Di vê albûma duyem a komê de 13 stran hene ku hinek ji wan bi kurdî ne.

**

Hin nûçeyên derbarê çand û hunera kurdî de


Arşîva Radyoya Erîvanê hate weşandin

Yek ji girîngtirîn mijarên salê, weşandina arşîva muzîka kurdî ya Radyoya Erîvanê bû.

Enstîtuya Çandê ya Kurdan û Almanan (Deutsch-Kurdisches Kulturinstiut) ya di sala 2019ê de hatibû avakirin ev çar sal in li ser vê arşîvê kar dikir. Lêkolîner û xebatkarên Enstîtuyê di encama vê xwebatê de karê xwe qedandine û bi qasî 900 stran li ser platformên dijital, ango li ser Youtube, Spotify, Apple Music û hin platformên din ên dijîtal weşandine.

Piştî wê stranên vê arşîvê, weke pirtûk hate çapkirin.

Di dawiya salê de jî Ozkan Oztaşî 8 stranên vê arşîvê bi forma muzîka klasîk careke din amade kir û li ser hesabê YouTube-ê yê Enstîtuyê weşand.

Hunergeha Welat

Hunergeha Welat li Rojavayê hewl dide muzîkê bi giyanekî kolektîv çêbike. Par di dema ku Tirkiyeyê û hêzên paramilîter êrîş birin ser Serêkaniyê û Girê Spî, Hunergeha Welat video-klîpek bi navê Şervano weşandibû û gelek kesan ev stran ecibandibû.

Hunergeha Welat îsal jî straneke bi navê "Nazê Nêrgiza Hewşê" weşand ku bi forma acapellayê hatiye stran. Ev stran jî ji wê rojê ve ye her tê guhdarkirin.

“Dengê Paşerojê Konsertên Amîdayê”

Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) bi navê “Dengê Paşerojê Konsertên Amîdayê” projeyek daye destpêkirin ku di vê projeye de li cihên dîrokî yên Amedê konsert pêk tên. Li gorî vê porejeyê wê stranbêjên cida li 10 cihên dîrokî stranên xwe bi soranî, zazakî, soranî û zaravayên din bibêjin. Heta niha li Şikeftên Hesûnî, Kela Zerzevan û li Gêlê stranbêjan konsert dane. 


Hunermendên kurd bi saya Covid-19ê YouTube "keşif kirin"

Piştî demeke kurt a tevliheviya ji ber Covid-19ê hunermend li rêyên alternatîv geriyan û dest bi weşanên zindî yên li ser medyaya civakî kirin. Konsert li ser van medyayan weşandin.

Yanî em dikarin bibêjin ku hunermendên kurd bi saya Covid-19ê YouTube "keşif kirin". Hewl dan bêhtir û xurtir medyaya civakî bikar bînin.

Bi saya hin bernameyan jî derfet ji hunermendan re çêbû ku bernameya Amîdartê ya bi navê "Gotûbêjên Bêmekan ên Online" yek ji van bû. 

Dîsa di dawiya salê de bernameyên ku Chalak Eventsê dest pê kirin jî bi heman awayî, hişt ku hunermend bikaribin stranên xwe bi rêya medyaya civakî bistirên û pirsên hezkiriyên xwe bibersivînin. 

Dîsa gelek hunermendên ku bi xebatên minîmal stranên klasîk bi şêweyên xwe şîrove dikin an jî bi xwe stranan diafirînin û bi qasî hunermendên populer û medyatîk dengên wan nedihat bihîstin, bi saya medyaya civakî dengên wan hate bihîstin.  

"Evîniya Welat" a Lawjeyê

Di destpêka salê de Lawjeyê dest bi bernameyekê kiribû ku navê wê "Evîniya Welat" bû. Li gorî vê bernameyê Lawjeyê wê stranên Eyaz Yûsif, Erdewan Zaxoyî, Ebdihwahid Zaxoyî, Tehsîn Taha, Meryemxan, Susika Simo, Rênçber Ezîz, Hesen Zîrek, Hozan Serhat, Şivan Perwer, Ciwan Haco, Mihemed Taha Akreyî û Hesen Şerifî bistira. Konsertek li Stenbolê û yek jî li Amedê pêk anîn lê ji ber pandemiyê wan jî bernameyên xwe betal kir.

*Ji BÎANET'ê hatiye girtin

 

***


Nûçeyên Eleqedar:  

- 2020: The Guardianê albumê salê hilbijartin 

- Xelata Şerefname ya 2020'an dan Konê Reş 

- 2020: Portreya Behrûz Boçanî eciband 

- 2020: FIFA'yê serketiyên salê eşkere kirin  

- 2020: Ji Rotten Tomatoes 100 fîlmên salê 

- 2020: Ji bo "Person of The Year" Timeê ew hilbijartin

- 2020: FIFA fînalîstê serkewtî ê sere eşkera kerdî

- Vane 10 pirtûkên salê 

- 2020: Li dinyayê 10 albumên salê yên serketî 

- 2020: Kovara Time fîlmê serkewte yê emsarî eşkera kerdî

- 2020: Fîlmên ku li ser platformên dîjîtal zêde hatine temaşekirin 

- 2020: UEFA'yê berendamên 11'yên serketî eşkere kirin   


Parve Bike

Youtube Me
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 07 06 2026

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

news
  • 05 06 2026

Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne

news
  • 05 06 2026

Dawiya hefteyê hin çalakiyên çandî

news
  • 04 06 2026

Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin

news
  • 03 06 2026

Festîvala Fîlman a 'Uçan Supurge' dest pê kir

news
  • 24 05 2026

Derhêner Mungiu cara diduyan Palmiyeya Zêrîn girt

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Leyla Zana ji bo rêberên dinyayê nameyeke li ser Şengal û Rojava şand

ad

Li nav wêjeya kurdî portreyek qedirbilind: Îrfan Amîda

ad

Klîba Hefteyê, "Evîna Dewrêş û Edûlê" hat

ad

'Bila biryara bêpevçûnê' bê domandin

ad

Li Nisêbînê eleqeya Şahiya Fîlman

ad

Transferê her kes li bendê çêbû: Ew êdî li Juventusê ye

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname