logo
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Şaredariya Peyasê wê alîkariya perwerdehiyê bide 1.000 xwendekaran
  2. Festîvala Fîlman a Bogazîçî tê
  3. Balafir bi leza 340 kîlometreyî li avahiyan ket
news-details

Bed-ayînî Şivan Perwer î dewşirme

Bed-ayînî, mîrateya xerab e û li bejna bazarbazên TRT 6 tê. Ev mîrateya bedcanî ye û navê wê vîrûsê dewşirmetiyê ye.

  • Dîrok: 12/02/2011
  • Beş: Serbest

Medenî Ferho 

Bed-ayînî, mîrateya xerab e û li bejna bazarbazên TRT 6 tê. Ev mîrateya bedcanî ye û navê wê vîrûsê dewşirmetiyê ye.

Ji bo kurdekî, bikaranîna van gotinan heqaret e. Lê gelek kes li bejna xwe tînin û wekî “tat” digerin. Rejîma nijadperestiya tirk jî, li ser vê bextreşiyê hatiye sazkarkirin. Dabaşa me jî “askarî tar” e û dewşirmetiya kurdên entelektuel e.

Ji sernavê nivîsa min jî tê fêmkirin ku mijara me Îsmaîl, nam-i deger Şivan Perwer e. Hemwelatiyê min e, ji eşira Delmemika, gundê Kefirzê ye. Dewşirmetiya wî, ne nû ye û eger bêje na, em ê li kolanên paytexta YE Brukselê, neynika dara malbatê vekin. Ji ber ku “durcî-dur/qotiya dir/ a rastiyan”, li Brukselê ye. Ev yek.

Ya duyemîn: Mîna gelek rewşenbîr, serokê partiyan, hunermendan, li ser daxwaza wî. min jî, li ser hunera Şivan Perwer nivîsek nivîsî. Berî demeke dirêj bû û gotin ‘wê pirtûkek li ser Şivan Perwer were çapkirin.’ Ez ne şaş bim, Mehmet Aktaş jî, redaksiyona wê pirtûkê kir. Pirtûk derket derneket nizanim. Piştre min dît ku giraniya nivîsa min, ji kiloyên bed-ayînî Şivan Perwer girantir in. Rojek ji rojan, wî bedcanî, li mala min, li ser sifra min, gotinek bikaranî. Hingî jî, min got, “gotinên te ji kîloyên bedena te girantir in.” Ligel min, ew neciwanmêr hingî, sax di gorê de hate veşartin, yanî mir. Ez vê nivîsê li ser mirovê ku ligel min mirî ye dinivîsim.

Ya sêyemîn, dema ku Îsmaîl, nam-i deger Şivan Perwer li Almanya, Wezîrê Karên Kulturê yên AKP’ê Ertugrul Guney ziyaret kir û li ser dika salonê, sembola faşîzma tirkîtiya li ser bingeha dewşirmetiyê hatiye avakirin; strana “memleketîm” got. Hingî bi gewdê xwe re serê xwe jî binerd kir û xwe bi destê xwe veşart. Lê quleke henasê mabû. Îsmaîl nam-i deger Şivan Perwer, ku notayên muzîkê, her dem di rengê pereyan de dibîne, herî dawî, li Almanya alîkarê serokwezîrê Tirkiyeyê Bulent Arinç ziyaret kir û mêjiyê xwe yê spî, bedena xwe ya zer û lingê xwe yê reş, zimanê xwe, ku li gorî pereyan di şikefta devê xwe de dilivîne û rondikên xwe yên aşûfteyî ku bi canbazî ji kanikên çavên xwe dibarîne, bi giştî kirin mazatê. Îsmaîl, nam-i deger Şivan Perwer. Ew qulika henasê ku di gora xwe de hiştibû jî asê kir. Di dema ku nexşeya Kurdistanê, bi nîşaniyên gorên komî, hatiye xemilandin û yek bi yek termên kurdan derdikevine holê; di hefteya roja reş, yan jî roja qirkirina kurdan, 15’ê Sibatê de, îşareta serketinê “V”iktoria, bi îşareta faşîzma tirkîtiya “Çêlîkên Dêlegûra Asêna” re kire yek. Li gorî agahiyan, hevpeyvina Şivan Perwer jî, wê di 15’ê Sibatê de, di kemîn û davika “rewşenbîrên ketî û “bed-ayînî xerab” TRT 6 de bê weşandin. Ya rastî, di dema ku min ev agahî xwendin, gotinên Şivan Perwer ku ji bo Abdullah Ocalan wekî “methiyê” rêz dikirin, hatin bîra min. Guman dikim ku ew gotinên “methiye” wê ji bo wî, bibin dilojarê û weytî reben!...

Her kesê ku, pêvajoyê dişopîne vekirî dibîne ku Îsmaîl nam-i deger Şivan Perwer, di siyasetê de, di naskirina dijmin û lîstikên dagirkeran de, bi pîvana MED’iyan, 300 “gan”î li pey gelê kurd e. Lewma ew nema dikare bibe amûrê “vekirina” AKP’ê. Êdî kurd nema têne lîstikan û bi hestên xwe jî li bûyeran nanêrin. Xala din, Îsmaîl, nam-i deger Şivan Perwer, ew payeya hunermendî kire xelîtka pereyan û avête derya şikefta Çil Haramiyan.

Tê gotin ku; Îsmaîl nam-i deger Şivan Perwer, bi notayên ku li ser rûdêna “wereq”ên şîn rêz dike û piştre bi siyaseta aşûfteyî re mehr dike; li başûrê Kurdistanê, Dihokê bûye xwediyê qesreke sê qatî; jeepeke bi şifêr jî li devê derî ye, qerwaş jî li hundir lotikan didin. Dîsa tê gotin ku, bi heman siyasetê, qesrek bi gul û gulbijêrkên rengîn jî li Almanya Kolnê çêkiriye. Tê zanîn ku ev tev bi saya Başûr, li ser xwîna şehîdan pêk hatin. Gelo niha dixwaze ku li Çankaya Enqereyê, yan jî li Tarabya Stenbolê bibe xwedî qesreke din? Gelo ev tiştikên erzan, wê nebin kefenê payeberziya hunerî ya Şivan Perwer? Guman têde nîn e, ew bû Îsmaîl ibin filankes û “ebro di hino.” (gotineke Suryanî ye, kurê filankes yanî.)  Ji ber ku Îsmaîl nam-i deger Şivan Perwer, di wê kêlîka ku li cem Bulent Arinç, rondikên siyasî ku bêhna “banknotan” jê dihat dibarandin; malbatên windahiyên ku termê zarokên wan di gorên komî de derdiketin, rondikên dilê daxdayî dibarandin. Axîna wan dayikên ku 30 sal in bi hesreta hestiyên tirnalên malê, xort û xezalên çavxezalî ne, ji kesî re namîne.
Ev mîrateya ku bi Mehmed Uzun dest pê kir, bi Firat Cewerî dewam kir, bi Murat Batgî hate şopandin, di vê pêvajoya girîng û dîrokî de bû sêdara Îsmaîlê bi esl û neslê xwe, (bi binyata xwe) Kefirzî. Îcar, Îsmaîl nam-i deger Şivan Perwer, li pêşberî “efendi”yê xwe yê nû, Bulent Arinç hêviyên pêkanîna “orkestreya senfonîk” bi devekî xwar û zimanekî malaqî, lave kir. Balkêş e, zanista wî têra fêmkirina “araban-kurdî”, yanî “beyatî-araban” nake. Ne dizane “sî koma bemol çi ye, ne dizane, mî kêmî bemol, fa kêmî diyezî çi ye”, wê çawa orkestreya senfonîk sazkar bike? Hostayê devşirmetiya ku sîstema “askarî tar”, afirandine, yanî ji zarokên bi zorê dewşirme dikirin û artêşek bê binyat û bêbav derdixistin holê; ne çûkê davikên Şivan Perwer in. Piştî ku wî bi destê xwe hevsar kire serê xwe, lixab kire devê xwe; yekê jê peya bibe, yê din jî wê li ser pişta wî siwar bibe û lingên xwe lê bihejînin.
AKP ku, entelektuelên lîberalên tirk demekê xapandin û di encamê de, du-sê ketiyên kurd jî birin cem xwe, tev jî şemitandin, kirin TAT. Wê Îsmaîl, nam-i deger Şivan Perwer jî, bi heman destîniya bedcaniyê şah bikin. Ji ber ku riya bad-ayinî, mîrateya “maqberî” ye. Dîroka kurd û Kurdistanê bi mînakên wiha dagirtî ye.
 
medeniferho@hotmailcom 

Ji Azadiya Welat hatiye girtin

***

Nivîsên eleqedar:

- Nîjad Yaruk: Şivan Perwer çi dixwaze?

- Mazbar Gunbat: Lo te çi kir, te çi kir!?.

 

 

Parve Bike

Youtube Me

Hinarên kurdan, îstatîstîk û agahiyên girîng

news

Li ser konsera Koma Amed û Ciwan Haco 2 pirs

news

Omer Dilsoz: Lihêfka bêdengiyê

news

H. Kovan Baqî: Gotinên te stêrk in Nowalîsa

news

Diyarname Nûçe: Pirtûkeke nû a Îrfan Amîda Zenge şev #podcast #diyarname20salîye

news

Diyarname nûçe:Bi hezaran kitabê kurdî hêvî wendoxanê xwu yê #podcast #diyarname #diyarname20salîye

news

Hogir Berbir: Hêlîn ne tenê avahî ye, çîroka jingehê ye

news

DILDAya Selahattin Demirtaşî

news

Diyarname:Pirtûkeke helbestan, “Sola Qetiyayî” derket #diyarname #diyarname20salîye

news

Dilşêr Bêwar: Ez baş im

news

Yeqîn H.: Bîr

news

Kobanî û Cebelîtarik

news

Mesûd Qeya: Ro li ava ye

news

Omer Dilsoz: Em gelek hez ji hêkên gundan dikin

news

Festîvala FîlmAmedê bi xelatdayînê bi dawî bû #diyarname20salîye #podcast #diyarname

news

Film: Fîlmê Adîle Naşît tê

news

Dor 60 helbestên li ser evînî

news

Rewşa Îsmaîl Beşîkçî, 28.09.2025

news

Diyarname: Koma Amed li Amedê konserê dide #diyarname20salîye #diyarname #books

news

330 Saliya Mem û Zînê tê pîrozkirin #diyarname #diyarname20salîye #pirtûk

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 26 10 2025

Dahûrîna Derûnkolînerî (Psychoanalysis) ya Frantz Fanon bi Neynika Kurdî

news
  • 21 10 2025

'Beybûnên Yasemînê' ya Ferhadê Mihemed

news
  • 20 10 2025

Li ser 'Dojeha veşartî'

news
  • 19 10 2025

603 kevirên çargoşe û obsesîfek

news
  • 19 10 2025

Li pencereyê me yadê 

news
  • 14 10 2025

Fikirîna bi mentiqê tirkî: Sernavên tirkmancî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Kuştina Weşanger

  • Dilşêr Bêwar
news

Suryanî bi kurdî lavayî Xwedê dikin!

  • Hogir Berbir
news

ev ne helbest e seba vê demsalê

  • Mesûd Qeya
news

Kîjan rastî?

  • Dilşêr Bêwar
news

Pelê darê û nefesa bê

  • H. Kovan Baqî
news

Piştî xwîna min guherî xuyên min jî guherîn!

  • Kazim Polat
news

‘Helal Et’, ‘Helal Kurdçe’

  • Cemil Oguz
news

Lihêfka bêdengiyê

  • Omer Dilsoz
news

Gotinên te stêrk in Nowalîsa

  • H. Kovan Baqî
news

Hêlîn ne tenê avahî ye, çîroka jingehê ye

  • Hogir Berbir
news

Ez baş im

  • Dilşêr Bêwar
news

Bîr

  • yeqîn h.
news

Ro li ava ye

  • Mesûd Qeya
news

Em gelek hez ji hêkên gundan dikin

  • Omer Dilsoz
news

Heke gotin xwîn bibin, ev nivîs ê bibe dilekî sekinî

  • H. Kovan Baqî
Ev jî hene
ad

Belgefîlmê Melania yeno viraştişî

ad

'Serbaz' derdikeve gerê!

ad

Ji danasîna ferhenga kurdî: Ev wê bibe bingeha Ferhenga Kurdî-Kurdî

ad

‘Dersên Şerîetê’ û ‘Hedîsên Cenabê Pêxember’ hatin çapkirin

ad

Serketiyê îro Avusturya ye

ad

ÎHD'ê nameyek ji bo Serokomarê Îranê şand

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Şaredariya Peyasê wê alîkariya perwerdehiyê bide 1.000 xwendekaran

  • 06 11 2025
news

Festîvala Fîlman a Bogazîçî tê

  • 06 11 2025
news

Balafir bi leza 340 kîlometreyî li avahiyan ket

  • 05 11 2025

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2025 Diyarname