Diyarname
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê li ser Ramîn Huseyîn Penahî nameyek ji bo Serokomarê Îranê Hasan Ruhanî şand.
Dewleta Îranê cezayê îdamê daye aktîvîstê kurd Ramîn Huseyîn Penahî û ev çendek e mijara îdamkirina wî di rojevê de ye. Li dinyayê kurd bi ser tora civakî re bertek nîşan didin û bi van bertekan karîn ku heta niha îdamkirina wî bi paş ve biavêjin. Îro jî ÎHD'ya Stenbolê li ber Balyozxaneya Îranê ya li Cagaloglu daxuyanî da çapemeniyê û got: "Îdam qetil e, bila îdama Ramîn Huseyîn Penahî bê rawestandin."
Seroka ÎHD'ya Stenbolê daxuyanî xwend û paşê nameyek şand ji bo Serokomarê Îranê re.