Diyarname
Di maçên îro Koma C de du maç hebûn lê ji wan tîma herî zêde kar kir Avusturya bû. Ji ber ku Avusturya karî pûanek ji Fransayê bigire û bi vê hema hema mafê derketina ji komê bi dest xist.
Ri laza saet 9'an de Îzlanda û Swîsre hatin hemberî hev û Swîsreyê bi 2-1 bi ser ket. Bi vê yekê Swîste bû xwedî 3 pûanan. Îzlanda bê pûan ma.
Di maça din de Fransa û Avusturya hatin hemberî hev. Her du tîmên favoriyên komê bûn û 1-1 man. Bi vê her du jî bûn xwedî 4 pûanan lê ya muhîm di maça sêyem de Avusturya û Îzlandaya pûanên wê nîn in û îdîayek wê nîn e jî tên hemberî hev. Ji ber ku Îzlanda bi ser bikeve jî bi kêrî tiştek nayê, Avusturya hinek din karê wê hêsan e. Lê yê Fransayê ne wisa; ji ber ku Fransa xwedî 4 pûanan e û bi Swîsreya xwedî 3 pûanan re dê bê hemberî hev. Swîsre bi ser bikeve dê ji komê derê, lê Fransa pûanek bigire besî wê ye. Bi her awayî dê maçek dijwar bê lîstin.
**
Nûçeya eleqedar: