Diyarname
Li Fransayê ev cara yekem e ku serokomarekî an ê berê tê girtin. Nicolas Sarkozy roja sêşemê, 21’ê kewçêrê gihîşt zindana La Santê a Parîsê. Ewê cezayê ku lê hatiye birîn li wê derê bikişîne. Berî mehekê ew bi 5 sal cezayê zindanê hatibû mehkûmkirin.
Ew bi çi tê sucbar kirin ?
Di dema kampanya hilbijartinên serokkomariyê ya sala 2007’an de tê îdia kirin ku wî ji Libyayê alikariya aborî girtiye û bi serokê wî welatî Muammer Qadafî re hevkarî kiriye. Li gorî qanûnên Fransayê ev sûc e.
Xebatên propagandaya hilbijartinan bi pereyê derve nikare were bi rê ve birin. Nikala Sarkozy van tawanbariyan red dike û dibêje, “Wê rojekê rastî derkevin holê û edalet cihê xwe bibîne.”
Sarkozy bi hevjîna xwe re dema ji mala xwe derdiket, girseya aligirên wî li hev kom bûn, piştgiriya xwe beyan kirin. Ew vê sibê saet di 9:40’ê de gihîşt zindana La Santê ya Parîsê.
Serokkomarê berê yê Fransayê vê sibê li ser hesabê xwe yê X’ê ev hevok nivîsî: "Rastî wê bi ser bikeve, lê bedelê ku wê were dayîn pir mezin be,"
Li Zindanê ji bo wî odeyeke taybet hatiye amade kirin, 24 saetan mafê wî yê telefonê heye. Dikare li televîzyon temaşe bike, pirtûkan bixwîne.
Parêzerên wî di dewrê de ne ji bo cezayê wî yê zîndanê wergerinin kefaletê.