Diyarname
14'emîn Festîvala Kurtefîlman a Akbankê li benda temaşevanan e. Ji 65 welatan 1342 kurtefîlman serî li festîvalê de.
'Kurteyên Festîval', 'Kurteyên ji Dinyayê', 'Ji kurteyan ber bi dirêjan', 'Ceribîn', 'Belgefîlm Sînema', 'Perspektîf', 'Nîşandayîna Taybet' û 'Forûm' beşên festîvalê ne. Ji 38 welatan 104 kurtefîlm û 3 fîlmên metrajdirêj di çarçoveya festîvalê de têne nîşandayîn.
Di beşên pêşbaziya neteweyî û navneteweyî de 14 fîlm ji bo xelata Kurtefîlmê Herî Serketî dikevin pêşbaziyê.
Lîstikvan Onur Saylak,Farah Zeynep Abdullah, nivîskar û derhêner Nebil Ozgenturk û gelek kesên din ên di warên xwe de şareza beşdarî gotûbêjan dibin. Du derhênerên ciwan Anna Katalin Lovrity û Murat Ugurlu li ser mijara kişandina kurtefîlmekî dê beşdarî gotûbêjê bibin û tecrubeyên xwe ligel temaşevanan parve bikin. Dîrektora beşa kurtefîlman a Festîvala Fîlman a Montpellierê Michele Driguez her sal bi hezaran fîlman temaşe dike. Wê di nav koma avakar a vê festîvalê de cih girtibû û ji sala 1979'an ve vî karê xwe didomîne. Niha ew di gotûbêjeke de dibe mêvana festîvalê.
Kurtefîlmên derhênerên kurd
Di nav kurtefîlman de hin kurtefîlmên derhênerên kurd jî hene. "Baran" yek ji wan e ku Hasan Serin kişandiye. Serin berî vê di sala 2013'an de "Agri ve Dag" (Agirî û Çiya) kişandibû. Derhêner Kasim Ordek "Kerata" kişandiye. Ordek ku di sala 1992'yan de li Amedê hatiye dinê xwendina xwe didomîne û ev yekemîn kurtefîlmê wî ye.
"Mij" kurtefîlmê Mehmet Îsmaîl Çeçen û Ramazan Akkuş e ku her du jî ji Amedê ne. Kurtefîlm çîroka çar zarokên ku dawiya hefteyê ji ser sergoyan naylonan kom dikin tîne ziman.
Festîval roja 29'ê adarê bi merasima xelatdayînê dê bi dawî bibe.