Diyarname
Hunermenda kurd Serap Sonmez dê li Zanîngeha Bilgi derkeve pêşberî muzîkhezan.
Hunermend Serap Sonmez ev gelek salên dirêj e ku karê muzîkê dike. Wê, di nav Koma Amed û hin komên din de cih girt, hunera xwe pêşkêş kir, lê ev demekê ye ew bi tena serê xwe karê xwe yê muzîkê didomîne. Sonmez vê carê dê li Zanîngeha Bîlgî derkeve ser dikê û stranên xwe pêşkêş bike.
Serap Sonmez, digel stranên xwe yên bi kurdî, ji projeya "Şerqistan"ê jî dê stranên ji Rojhilata Navîn ragihîne temaşevanan.
Bi tembûra xwe Rıza Kiliç, bi kemançe Arslan Hazreti, bi gîtara bêperde Enis Gumuş, bi amûrên lêdanê Emre Kocabaş û bi tefê jî dê Nurullah Turgut şirîkatî bi Sonmez re bike.
Dîrok: 15.06.2008 / Yekşem
Saet: 20.00
Cih: Zanîngeha Bilgi ya Dolapdereya Stenbolê, Kampusa BS2 (Salona Mezin 2)