Diyarname
Di 2'yemîn Kongreya Asayî ya DTP'a Amedê de parêzer Firat Anli ji bo serokatiyê hat hilbijartin.
2'yemîn Kongreya Asayî ya rêxistina DTP'a Amedê li Salona Sporê a Baglarê bi beşdariya bi hezaran kesî li dar ket.
Di kongreyê de lîsteyek kete hilbijartinê û Şaredarê Yenîşehîrê yê berê parêzer Firat Anli bû Serokê Rêxistina DTP'a Amedê.
Anli ji bo serokatiyê, û ev lîste jî ji bo rêveberiyê hate hilbijartin: Zarife Ozbekli, Mehmet Guzel, Mehmet Deviren, Elham Kaçar, A. Kadir Guleç, Mehmet Akin, Celal Yoldaş, Yeter Aykal, Hatice Yaşa, Samet Karakaş, Serkan Akbaş, Aynur Karateke, Suleyman İnci, Şeyhmus Bulbul, Menice Çelik, İhsan İnatçi, Cafer Kan, Pirozhan Dogrul, Sulhettin Demirkapu, Nurullah Batur, Fikret Kaya, Zeki Akkoç, Mehmet Demir, Ahmet İlan.
Ji bo lijneya venêrînê ev kes hatin hilbijartin: Nesip Gultekin, Mahmut Oral, Abdullah Altintaş, Baran Pamuk, Huseyin Atay
Ji bo delegetiya kongreya navendî jî ev kes hatin hilbijartin: Hatip Dicle, Firat Anli, Osman Baydemir, Fikriye Aytin, Yuksel Baran, Elham Kaçar, Zarife Ozbekli, Nazli Sezgin, Şeyhmus Bayhan, Omer Guven, Fatma Kayran, Fatma Sumbul, M. Mehdi Tanrikulu, Abdullah Eflatun, Nezahat Ulker, Mehmet Duman, Panayir Çelik, Melikşah Teke, Saniye Kaya, Ruken Arav, Hanife Yigit
Firat Anli kî ye?
Parêzer Firat Anli di sala 1971'ê de li Amedê hatiye dinê û Zanîngeha Dîcle Beşa Fiqûqê xwendiye. Anli bi salan di nav HADEP, DEHAP'ê de kar kir, endamtiya Meclisa Partiyê, Serokatiya Rêxistina Amedê kir.
Di sala 2004'an de ji bo Şaredariya Yenîşehîra Amedê hat hilbijartin û di vî karî de hem bi xebatên xwe yên ku kir, hem jî bi dirustiya xwe di rojevê de ma.
Anli ku di Karên Têkiliyên Derve yê DTP'ê de jî cih girt, beşdarî civînên Parlemena Ewropayê, Enternasyonala Sosyalîst û gelek civînên din bû.
Anli di hilbijartina 29'ya adara 2009'an de bû berendamê Şaredariya Çewligê, digel ku dengên DTP'ê zêdekir û gelek deng girt jî nehat hilbijartin.