Diyarname
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilat Sûriyeyê ji bo Cejna Noelê biryar da ku roja çarşemê bibe roja betlaneyê.
Di biryarnameya ku Meclisa Rêveberiya Xwesekr belav kir de wisa hat gotin, "Li gorî qanûna betlaneyan a fermî ya Rêveberiya Xweser û li gorî berjewendiyên giştî Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di giştînameyê de ev diyar kir:
Bi boneya Cejna Noelê tevahî dezgehên giştî yên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê roja çarşemê (25.12.2024) girtî ne.
Aliyên ku kar û xebata wan berdewamiyê lazim e, betlane ji bo wan tune ye."