SILÊMANÎ
Nivîskar û wergêr Merîwan Helebceyî li ser rewşa xwendin û nivîsandina li Başûr axivî û got ku asta xwendin û nivîsandinê di astek kêm de ye û her ku diçe bi şûnde dimîne. Ew wekî sedema paşketina asta rewşenbîrî jî sîstema desthilatdariyê nîşan dide.
Di Roja Pirtûkan a Dinyayê ku Roja 23'yê Avrêlê bû de nivîskar û wergêr Merîwan Helebceyî ji bo Ajansa Rojnewsê axiviye.
Merîwan Helebceyî ev 23 sal in karê wergera pirtûkan dike, heta niha 70 pirtûk wergerandine kurdî û farisî. Helebceyî îşaret bi karê werger û nivîsînê ya li başûrê Kurdistanê kir û da zanîn ku her çiqas karek mezin û giran e, lê ev kar nikare bibe çavkaniyek ji bo dahatê.
Merîwan destnîşankir ku li başûrê Kurdistanê sîstemek baş ji bo perwerdeyê nehatiye danîn da ku hîn ji dibistana seretayî de xwendina pirtûkan wekî çandek lê were. Helebceyî dibêje her çiqas gelek pirtûk û pirtûkxane hebin jî, lê di nava civakê de xwendin nebûye çandek.
Ew rexne li saziyên çapemeniyê jî digire û dide zanîn ku çapemeniyê nekariye bi qasî pêwîst pirtûkên baş bi welatiyan bide nasîn û ji bo xwendina pirtûkan welatiyan pal bide. Helebceyî got, berovajî, çapemenî kar ji bo lewazkirina xwendinê dike.