Ma çawa ye, em, îro bi hev re tiştekî cuda bikin. Em bidin dû xewnekê! We go çi?
Xewn, derveyî qeydê ne, belkî jî tu hukmê xewnan nîn e.
Pêşiyan me gava digot, “çu hestiyê zimanî nîn e” belkî jî amaje bi hindê dikirin, ku tu sînorê xeyalkirinê jî nîn e. Berde, binê te erd e :)
Xweş tê bîra min, di zemanê zarokatiya me de, gelek kesên gelek rewanbêj hebûn. Kurmancî li ser zarê wan hingivê helandî bû, hingî xweşik bi peyvan direqisîn, te wekî çavkê rojê bizanîba ku “gotinên ji devê wî dibarin tev neweyî û xilaf in jî tu li ber sêhra peyvan sermest dibûyî û te dixwest guhê xwe bidiyê.” Û gelek kêfa te pê dihat.
CEZBA ÇÎROKAN
Erê, cezbeke çîrokan hebû û gelek caran jî bê hemdê xwe te jî hewl dida, te jî welê gotin li hev siwar dikirin da ku ji bin xwe ve çîrokekê çêkî, belkî hinek kes, li te jî guhdarî bikin. Û bibin heyranê rewanbêjiya te. Çimkî zarê şîrîn bihara dilan bû.
Erê, cezbeke gelek şîrîn a guhdarîlêkirinê jî heye.
Tu hindî bejna çîroka xwe, cihê pûkêpêdanê bûyî.
Belkî jî ji sê paran du para bizav û reftarên mirovî ji bo wê ne ku “paxavpêkirî” be û hezkiriyê civatan, li serê dîwanê xwedan du gotinên rewacdar be.
‘ME DI XEWNA XWE DE DÎT’ Û CEZBA XEWNÊ
Gelek xweş tê bîra min, hin gotinbêj hebûn, ji bo mebesta xwe bibêjin digotin, “me di xewna xwe de didît…” Erê, ka kî dikaribû xewnê derew derîne! Na, tu hukmê xewnê nebû û li ser xewnan, gelek rave û boçûnên cihê hebûn –heçî xewna xiyalî bû, heçî xewna şeytanî bû, heçî xewna rehmanî bû… Dawiyê ku xewn bû, êdî bê hukim bû, nexwe te dikarî “berdî heta ku zimanê te bigere” heta ku tu karibî li hev bînî û mirovan qanî bikî. Na. Bo xewnê, tu carê qanîkirin lazim nebû. Gotin bes bû. Spehîtiya gotinê girîng bû. Wekî dî nestêle bû. Gotina herî nestêle gotina xewnê bû. Bê hêve-wêve bû.
Lewra ku xewn be, tu car navê te bi “derewîniyê” dernediket, çimkî “xewn” ne derew bûn, ne jî rastî. Xewn, gopalekî sêhrî bû di destê zarê xewnbêjî de, ne şahid jê re divabûn, ne jî delîl. Xewn, vegêrana te bû ji avê re, ji ba û axê re, pifa te bû, ji agirî re û gava te digot, “min di xewna xwe de dîtiye… xewneke tal, xewneke zal…” dê tu kes nanayî û haşayî li gotina te nekiraya. Xewn, “zemanekî têdayiya ragirtî bû; ne dema borî bû, ne jî dema bê û ne jî dema niha… Demeke xweser a xewnê hebû. Dema ragirtî, li ser qalibê dema têdayîya ragirtî dihat vegotin.
GOTINA TE Û QEWLÊ TE
Di xewnê de, te “dîtiye” û qet û qet tu “şahid” pê nevên. Wa, gotina te, qewlê te ye. Wa ye te dîtiye û çûye û hatiye nav “hişyariyê” ragirtiye. Tu kengî bi zar ve bikî jî her daîm ew qewama di xewnê de “dîtineke” li pêş çavên te ye û tekane ye. Ji ber ku bê şahid e, heçku ji zeman û mekanekî parapsîşîk verestiye û daketiye nav “hemû demên te yên hişyariyê”.
Erê, ne qeyda xewnê hebû ne jî qaîdeya wê. Serbest bû. Erd jî ya te bû, esman jî, di xewnê de te dikaribû bi zimanê hal û lawiran biaxivî û her dîsa te dikarî li ser ewran bifirî, li bin behran bigerî; hez kî biçî Atlantîsa winda, hez kî li koloniyeke Marsê an “Nibûrî” bibî mêvanê Anûnakîyan. Pa kî dikare bibêje, “serê pêlava te xwar e!”
Erê, xewn ew bû, ku te bi bisteyî tîra xwe li baznê dida.
Îja hez kin, aniha em bidin dû xewnekê.
XÊRJIXWENEDÎTIYO…
Niha li erdekê ne. Wextek ji wextan. (Di xewnê de mekan û zeman piranî ne zelal in) Bi leza birûskê, herî zêde di nav heft saniyeyan de tu ewan hemû qewimînan dibînî û hişê te tevan qeyd dike jî.
Erê, xewn birûskhingaftineke hizrî ye. Derz li derhişa te dikeve û lêmiştek kombûyî û pengirînên ji hest û nestan, ji xwezî û keseran ji aliyê super-egoya te ve bi senaryoyeke nuwaze tên ristin û dibin çîrok…
Mesele, hemî çîrok e. Guhdêrîn, hesteke pir dilxweşker bû.
Em didin dû xewna xwe. Mirovek di zemanekî de asê maye. Pê re nagihêje. Çi dike çi nake bêhûde ye, tu kes bi bangê wî nimêja xwe nake.
Te dî, gelek caran di xewnê de tu dikî qîjîn û hewar û dengê te dernakeve. Mit î û pir ditengijî.
Yek ji van xewnan e jiyana wî. Hema bêje ew qasî bê qidûş e “xêr dike, xêr nabîne.” Xêrjixwenedîtiyo… dayika wî gelek caran jê re wiha dibêje, “tu çima ev qasî xêrjixwenedîtî yî lawo, dibêjî lê napêjî, dikî lê naxwî!”
Hema bêje, diçe ser kaniyê av dimiçiqe. Belkî jî ji hişkesaliyê be, lê ew ji xwe dizane. Bawerî bi bêyomiyê tîne û ji bo vî bextê xwe yê reş spî bike, bi temamî destê xwe ji rastiya jiyanê dişo û di ser xewnan re li çareya derdê xwe digere.
Xewn, bê sînor in û ji bo vêxistiyên ji rastiyê dergehek nepen ê hêviyê ne.
Te dî got, min di xewna xwe de dît, “Yekî nûranî, rihên wî spî, rûyê wî geş, çavên wî du qendîlên ronahiyê, dengê wî dengê aveke mend û zelal… Pif kire ruhê min!”
Xewnbizang, heman demê xêvbizang in jî û rihê wan pifkirî ye. Jê re sir û nepen aşîkar in, ya li ber dilan, ya li nav hişî jê re ron û eyan e.
Erê, xewn e ev. Tu hukmê wê nîn e. Bêje û hey bibêje, tu hestiyê zimanî jî nîn e. (Atêşş serbest/Berdan serbest)
Xewn gelek caran di xewê de nayê dîtin, di bin pizirka zimanî de kaniyeke nepen e û ji qudreta Xwedê ve dizê.
Min xewnek dîtibû… Piştî vê gotinê rexne, şîrove û derewandin heta bawerîpêanîn tev hilawîstî dimînin. Ne tu dikarî bibêjî “de here lo” ne jî tu dikarî bibêjî, “wî, heyf!” na, hemû çîrok û peyvên dê li piştî vê gotinê bên, dê te bigirin ber perên xwe. Tu êdî neçarî marûzê wê bibî û guhê xwe bidiyê. Çimkî cezba wê heye. Çimkî “xewn e” û bê hukim…
Erê lê, jixwe derdê te ne hukimdan e, dertê te çîrok e, çîrvanok e û cezba wê…
Me dirêj kir û xewna xwe negot. Ma bibêjim? De ka bibêjim lo!
KERÊ BAREK PIRTÛK LI SER PIŞTÊ, SÊV Û KURM BIRA NE
Min didît… Mirovek rê winda. Barek kitêb dabûn ser pişta cotek keran û li meydaneke mezin, helbest dixwendin. Meydan wekî arenayeke serdema Romayê bû. Çar baskên wê meydanê hebûn. Li yekî kerr, li yekî kor, li yekî lal, li yekî jî telal rûniştibûn.
Kerê guhbelûç bi heftê û du zimanan dizirî, dengê wî li çar aliyan bi weşana zindî pêl bi pêl belav dibû. Kerê guhdirêj jî qirewatek sor û spî xistibû stûyê xwe û bi kitêbên ser pişta xwe pesnê xwe dida û kerr û kor û lalan jî jê re li çepikan dida. Telalan jî pif kiribû zirne û defê û heybare dikirin banga xwe: Werin sêvan, werin sêvan, sêvên gundê me buha ne…
Û paşê sêvek ji esmanî diket û kurmikek spî wekî berfa Çarçelan ji nava wê dikişiya der. Kurmikê me deng bi xwe dixist; “Ez zimanê vê sêvê me” û paşê per pê ve dihatin û kurmikê me dibû teyrekî spî yê perbelek û bi ser wê arenayê de difirî.
Her gava perên xwe dihejandin, dengekî wisa bi saw li derdor dixist; kerr bi guh diketin, lal bi ziman, çavên koran dibûn çavên şahînan û telalan jî “nofa hey nofa” digot û bang li xelkê dikirin ku “li zimanê sêvê xwedî derkevin. Sêv û kurm bira ne.”
Erê, xewn e. xew-ne. Ne, erê, maxwe ne.
Heke hûn jî tepisandî bin di biyavê gotinê de, û heke we jî merem û meqsed der barê vê dinyayê de hebin û dilê we biçe çend riste çîrvanokan, dergehê xewnê li bin pizirka zimanê xwe vekin. Xewn, xweş in.
Xweş tê bîra min, xewn her dem qasidên wan gotinên herî “giran” û “meremdar” bûn. Heçî qasid in zewal jê re nabe. Lome jî.
Bihêlin bila “xewn” hinekî biaxivin.
Û min didît… ku…


