Diyarname
13'yê vê mehê Amed Spor li Sakaryayê dê ligel Sakarya Sporê bilîsta. Berî maç dest pê bike li stadê dîmenên şer hatin nîşandayîn ji serî heta dawî di maçê de gotinên nijadperest û nexweş ji bo Amed Sporê kirin. Piştî maçê jî êrîşê rêveberên Amed Sporê kirin. Ev yek li Amedê û di nav alîgirên Amed Sporê de bû sedema nerazîbûnên mezin. Îro saziyên kar ên amedê jî bi daxuyaniyek ev êrîş şermezar kirin û piştgirî dan Amed Sporê.
DTSO (Odeya Sanayî û Ticaretê ya Amedê), DTB (Borsaya Ticaretê ya Amedê), DESOB (Yekîtiya Odeya Senatkar û Esnafên Amedê), DGSİDF (Federasyona Komeleyên Karsaz û Sanayîkarên Başûrê Rojhilat) û DSÎD (Komeleya Karsaz û Sanayîkarên Amedê) di daxuyaniya ku weşandin de gotin ku em wekî karsazên Amedê baweriya me ew e ku divê di çarçoveya aştî, biratî û dostaniyê de spor bê lîstin lê dema em li dîmena ku derketiye holê dinêrin mixabin ev hesta me hatiye birîndarkirin.
Di dawiya daxuyaniyê de wisa hat gotin: "Der barê kes, klûb û rêveberên klûbê ku bûne sedema vê yekê emê serîlêdana sûcê bikin û emê şopînerê vê yekê bikin."