Îkram Balekanî
Berî du hefteyan, Hêvî Berwarî li ser rewşenbîran nivîsek nivîsîbû. Pirsîbû: “Gelo hemû nivîskar rewşenbîr in?” Bêguman na.
Ez jî jê dipirsim: “Gelo ma hemû rewşenbîr nivîskar in?” Nirç..
Rewşenbîr neynîka civakê ne û tim pêşengiyê dikin. Lê ne şert e ku nivîskar bin.
Balkêş e, li Kurdistanê gel li pêşiya rewşenbîran e. Mesele reklama ziman a Şivan Perwer mînakek baş e. Tiştên ku bi salan e gel bang dike û dibêje, mamoste nû bi dû hev rêz kirine û careke din ji gel re dubare dike. (Jixwe karê hunermendan ne reklam û bang e, karê wan huner e, afirandina hunerî ye.) Welhasil mamoste stran çênekiriye, dest avêtiye karê gel. (Jixwe bi şev û roj gel li kûçe û kolanan çalakiyan pêk tîne, dimeşe, pankartan dinivîse û diqîjîne ji bo ziman.)
Ez pêşîn bêjim. Kê ji mamoste Şivan Perwer re ew teksta reklamê amade kiribe, neheqî lê kiriye. Mafê wî xwariye.
Welhasil, banga Şivan Perwer wiha dest pê dike: “Temaşevanê hêja, ev dema te bi xêr be. Pirsiyarek min ji te heye.Gelo ya ku min û te dike kurd, çi ye? Dibe ku gelek tişt bên aqilê mirov, lê di hişê min de, hew bersivek heye. Ya ku me, min û te dike kurd, ev ziman e. (Bi zimanê xwe digire.)
Ev zimanê ku ez niha bi te re pê diaxivim. Zimanê ku ez pê ji te re dixwînim. Zimanê loriyên dayika min, zimanê dua û hêviyên diya te, zimanê evîna min û te ji bo dayikên me, zimanê gelê me yê bindest, zimanê çandeke dewlemend û dîrokeke xembar.
Zimanê Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Şêx Seîdê Pîran, Seyîd Riza û Elîşêrê Dêrsimî, Mîr Celadet û Mele Mistefa Barzanî…” (Hinekî bêhna mizdanê ji vê reklamê hat…We got çi?)
Gelo ku li cihê siyasetmedaran navê edîb, wêjenas, hunermend û rewşenbîran bigota, ne çêtir bû! Mesele bigota zimanê Meleyê Cizîrî, Baba Tahirê Hemedanî, zimanê Cegerxwîn, Hêmin û Hejar, Zimanê Derwêşê Evdî û Mem û Zînê, zimanê Hacî Qadirê Koyî, Tahir Tofîq û Bêsaranî, zimanê Mestûre Kurdistanî, Balûlê Zana û Leyla Zana…(Wey wey çi li hev hat kuro…)
Wisa dirêj dibe û diçe. Paşê bang dike ku em zimanê kurdî bikin zimanê perwerdehiyê. Temam sehetxweş. Lê jixwe gel bi vê yekê hesiyaye, zarok li kûçe û kolanan pênûsan dişkênin û daxwaza perwerdehiyê dikin. Heta hin bangên zarokan bûne jingil û di televîzyonan de têne weşandin. Zarokan dibistan boykot û protesto kirin.
Siyasetmedarên kurd dadgeh û dadyaran protesto dikin û dixwazin bi kurdî xwe biparêzin.
Barê dikeve ser milê hunermendan jî ew e ku bi hunera xwe, xebata gel geş bikin. Wênekêş wêneyên wan tomar bikin. Peykertiraş sembolan çêkin, muzîkjen muzîkên ku gel bicoşîne, biafirînin û divê stranbêj jî stranan li ser xebata wan çêkin. Hêz û moralê bidin wan. Mesele li ser ziman. Ger rehmetiya Eyşe Şan û Mamoste Aramê Tîgran nebûna, me wê ji bo ziman bi kurmancî li kîjan stranê guhdarî bikira?
Balkêş e ku reklam û bangewazî wisa hatiye amadekirin da ku ji ber logo û titleyê nav, televîzyoneke din nekaribe biweşîne. (Madem çêdikir, pêwîst bû bi xwe çêke û bide hemû televîzon û radyoyan).
balekani@hotmail.com
Ji Azadiya Welat hatiye girtin
***
Nivîsên eleqedar:
- Nîjad Yaruk: Şivan Perwer çi dixwaze?
- Mazbar Gunbat: Lo te çi kir, te çi kir!?.
- Medenî Ferhon: Bed-ayînî Şivan Perwer î dewşirme