Bochum
20’emîn merasima Xelata Pêşbaziya Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî li dar ket. Di şeva xelatdayinê de 18 berhem hêjayî xelatê hatin dîtin.
Pêşbaziya Helbest û Çîrokan a Huseyîn Çelebî ku ji aliyê Yekîtiya Xwedekarên Kurdistanê (YXK) ve tê li dar xistin, li nav kurdan pêşbaziya herî temendirêj e.
îsal ji 550 berhemên çîrok û helbest ên bi zaravayên kurmancî û kirmanckî û bi tirkî, bi giştî 18 berhem hêjayî xelatê hatin dîtin. Ji ber ku piraniya kesên xelat girtin di girtîgehan de ne, beşdarên merasima xelatdayinê hestiyar bûn. Ji beşa çîrokên kurdî girtî Kenan Altun xelat girt û li ser navê wî diya wî Melek Altun xelat girt. Sînevîzyona li ser jiyana Huseyîn Çelebî hate nîşandan û bavê wî Rifat Çelekî li ser jiyana kurê xwe axafî. Rifat Çelebî diyar kir ku ev 20 sal in bi navê kurê wî çalakiyeke wiha tê lidarxistin û da zanîn ku ew bi vê yekê serbilind e.
Piştre Serokê KON-KURD'ê Îsmet Kem li ser navê Otobusa Ji Ocalan re Azadî ya ku du meh in li bajarên Ewropayê digere axafî got ku niyeta çareseriyê ya hikumeta tirk tune ye. Kem, bang li hemû gelê kurd kir ku li hemberî polîtîkayên AKP'ê rabin û ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan têbikoşin.
Piştî axaftin û belavkirina xelatan Grup Bajar, Gru Lilith û Comert derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.
Xelatên ku hatin belavkirin:
Xelata Taybet a Juriyê: "Zeryazer" Rawîn Stêrk, "Malikên Mirî" Metîn Toprak
Helbestên Kurdî (Helbestên Kurmancî) :
1. Kelema Jana Dilê Mişextî - Îlyas Yucel,
2. Dilê Min - Besîme Konca,
3. a) Hêvî Jiyan - Zana Yatkin, b) Ev Çîrok Nabe Helbest - Yahya Yavuz
Çîrokên Kurmancî :
1. Du Kulîlkên Zivistanê - Kenan Altûn
2. Qerisandina Nêrinên Keskeşîn - Vahdettîn Yalçiner
3. Axîn - Îrfan Yildiz
Helbestên Kirmanckî (Zazakî):
1.Wusene gestemerde -- Ez kam a? – Îlhami Sertkaya
2. Sinerra Lorin / Sirrê Waxtî - Cengiz Sinan, Halis Çelik
3. Sehideli Re Name - Sinan Sütpak
Çîrokên Kirmanckî (Zazakî):
1. Merdise Bin Tuyare - Fehmî Koç
2. Miterhe, Palute - Sinan Sutpak
3. Hefs û Ko ra Giredayiso - Meral Çetin, Gunay Mazerre
Helbestên Tirkî :
1. Mektup şiiriyle - Îlhami Ozer,
2. a) "Nehirler Sursun" û "Olumun Eksik Yuzleri" - Rezzak Gulmez, b) "Aykir" Kelimeler" û "Kâgittan Gemiler" - Hilmi Nar
3. "Gul" û "Yildiz" - İsmail Biçen
Çîrokên Tirkî:
1. Ninemin Mavi Gozleri - Veysel Avci
2. Benim Adim Xanim - Emine Yilmaz
3. Mavi Kimlik - Cesur Demircan