Diyarname
Rojnameger Sinan Aygul ji ber nûçeya li ser tacîzê çêkiriye îro li Bedlîsê hat binçavkirin û paşê bi îdîaya “Gel ber bi kîn û neyartiyê ve dehf daye” hat girtin.
Sinan Aygul Serokê Cemiyeta Rojnamegeran a Bedlîsê ye. Wî li ser bûyeke tacîzê ku li gor îdîayê li Tetwanê çêbûbû nûçe çêkir. Li ser vê yekê Aygul îro hat binçavkirin. Aygul bi ser twitterê re wisa nivîsî, “Li ser nûçeya tacîzê ku 3 saet berê min çêkiribû bi îdîaya min gel ber bi kîn û neyartiyê ve dehf daye ez hatine binçavkirin. Polîs niha li mal lêgerînê dikin. Dê min bigirin bin çavan û bibin qereqolê. Ez rojnameger im. Rojnamegerî ne sûc e.”
Piştî îfadeyên li dozgeriyê Hakimiya Cezaya Sulhê ya Bedlîsê biryara tewqîfkirina Aygul da.
"""
Aygul hat berdan
Rojnameger Sinan Aygul piştî 8 rojên girtîmayînê roja 22'yê mehê hat berdan. (ev not 22'yê mehê li vê nûçeyê hatiye zêdekirin)


