Diyarname
Ji bo 16'ê adarê roja komkujiya Helebçeyê BDP'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku di 23'yemîn salvegera komkujiya Helebçeyê de, ew, yên ku ev komkujî kirine û polîtîkaya ku komkujiyê li ser gelan pêk tînin, şermezar kir.
Her wiha BDP'ê di daxuyaniya xwe de got ku ew bi hurmet şehîdên Helebçeyê bibîr tînin.
Her wiha BDP'ê di daxuyaniya xwe de bal kişand komkujiya li Qamişloyê ya 12'yê adara 2004'an, dûre jî li ser girtina 2 hezar siyasetmedarên kurd ên li Tirkiyeyê sekinî. BDP'ê wisa got: "Zihniyeta ku mirovan dikuje û ya ku ziman û çandê qedexe dike, asîmîlasyonê pêk tîne heman tişt e."