Vê carê li Eskîþehrî dem dema fîlman e
Diyarname
Festîvala Navneteweyî ya Eskîþehîrê ji bo sînemahezan deriyên xwe vedike. Belgefîlmê li ser Yilmaz Guney, fîlmê Ali Kemal Çinar "Di navberê de" jî di festîvalê de ye.
20'emîn Festîvala Navneteweyî ya Eskîþehîrê 16'ê mehê dest pê dike û heta 24'ê mehê dê bidome. Di çarçoveya festîvalê de ji Tirkiye û ji welatên din yên derveyî Tirkiyeyê gelek fîlm hene. Festîval xelata rûmetê îsal dide derhêner Macit Koper û lîstikvan Itir Esen; xelakêh kedê jî dide Yilmaz Atadeniz, Çetin Tunca û Suzan Kardeþ. Êvara 16'ê mehê saet 18'an de merasima destpêkirinê û bi nîþandayîna fîlmê destpêkê "Smuggling Hendriks" dê festîval dest pê bike.
Ji dinyayê gelek fîlmên navdar hene. Di vê çarçoveyê de fîlmê "Amour" (derhêner Michael Heneke), "Cold War" (Dehêner Pawel Pawlikowski), "Pan's Labyrinth" (Derhêner Guillermo del Toro), "3 Faces" (derhêner Cafer Penahî) û gelekên din hene.
Belgefîmê derhêner Huseyîn Tabak ê li ser Yilmaz Guney ê bi navê "Çirkin Kral Efsanesi" (18 û 22'yê Mehê), fîlmê 'Di navberê de' yê derhêner Alî Kemal Çinar (19'ê mehê) jî di çarçoveya festîvalê de dê derkevin pêþberî temaþevanan.
Di festîvalê de gelek kurtefîlmên ji dinyayê, kurtefîlmên ji Tirkiyeyê jî dê bêne nîþandayîn.
Ji bilî nîþandayîna fîlman, li ser Derhêneriya Dîmenê, Sazkirina Muzîka Fîlman, Axaftinên Li Ser Lîstikvanî, Di Sînemayê De Derhênerî jî gelek dersên sînemayê hene.
Ji bo agahiyên zêdetir:
eskfilmfest.com