logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  3. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  4. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  5. KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin
news-details

Pirtûkek nû: 'Heftê û du Nefî' derket

Helbestvanê kurd ê gorbihuşt Arjen Arî roja 30'yê mehê kewçêra 2012'yan de wefat kir. Di vê salvegera wefata wî de em pi

  • Dîrok: 30/10/2016
  • Beş: Berhem

Diyarname

Helbestvanê kurd ê gorbihuşt Arjen Arî roja 30'yê mehê kewçêra 2012'yan de wefat kir. Di vê salvegera wefata wî de em pirtûka wî ya nû pêşniyarê we dikin.

"Heftê û du Nefi”, berhema Arjen Arî ya ku piştî wefata wî gihîşt ber destên helbesthezan. Wekî yên berê di van helbestan de jî Arî, ji ‘evînê’ heta bi ‘kula niştimanî’, hemû kirû û kêliyên jiyanê, bi tehm û çêja kurdiya şîrîn aniye ziman. Ev berhem bi hewldana xwişka wî Stî Necla û Weşanxaneya Evrensel Basim Yayimê derket pêşberî xwendevanan. 

Pirtûka ku ji helbestên Arjen Arî yên di demên cuda cuda de nivîsîne pêk tê di vê gulana 2016'an de ji Evrensel Basimê derket.

Arjen Arî ku di sala 1956'an de, li herêma Omeriya, li gundê Çalê hatiye dinyayê. Di sala 1979'an de Enstîtuya Perwerdeyî ya Diyarbekrê Beşa Zimanê Tirkî qedandiye. 

Arî, di sala 1976'an de li Nisêbînê ji ber belavkirina belavokekê tê girtin û polîs dest datînîn ser şîrên wî yên bi tirkî û kurdî. Piştî bi hefteyekê wî ber didin lê helbestên wî hê jî di mexzena Dadgeha Nisêbînê de girtî ne. 

Digel, ku wekî cara pêşîn di kovara Tîrêjê de helbestên wî weşiyan tê zanîn jî rastî ev e: Helbesta wî ya pêşîn di belavokeke ku li herêma Mêrdînê hate belavkirin de weşiya. Ew helbest ji sê malikan/beytan pêk dihat û malikek jê ev bû: Du mirin kirin mahne, rakirin ling Nisêbînê/Xewa sibê bela kirin, avêtin nav tirs û xwînê. 

Nivîskar û helbestvan Arjen Arî di sala 1992'yê li navçeya Nisêbînê li ber deriyê mala xwe rastî êrîşeke çekdarî tê û bi birîndarî radikin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê. Arî ji wê rojê de li Amedê dijiya heta wefat kir. Wî demek dirêji di Diyarname û Azadiya Welat de jî qunciknivîskarî kir.

Berhemên wî ev in:

- Ramûsan min veşartin li geliyekî / Helbest, Avesta, 2000 

- Ev çiya rûspî ne / Helbest,, Avesta, 2002 

- Destana Kawa / Helbest, Weşanên Elma, 2003 

- Eroûtîka / Helbest, Weşanên Lîs, Şi‘r, 2006

- Bakûrê Helbestê / Antolojiya Helbesta Bakûr, Weşanên Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Duhok, 2008

- Şêrgele / Helbest, Avesta, 2008

- Çil Çarîn / Helbest, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Amedê, 2008

- Heftê û du Nefî / Helbest, Weşanên Evrensel, 2012

- Kulîlkên Beîvan / Helbest, Weşanên Ronahî / 2012

- Gorî û Bindest / Helbest, Weşanên Ronahî, 2012

- Xasenezer / Ceribandin, Weşanên Evrensel Basim Yayin /2012

- Şiîr û Sînor / Helbest, Weşanên Evrensel Basim Yayin, 2013

- Xame sihurî kaxiz şiyar ma / Ceribandin, Weşanên Ronahî, 2013

- Heftê û du Nefî / Helbest / Weşanên Evrensel / 2016

Vaye çarîke ji pirtûkê:

Hîv ber bi sibê de dirê

şev ber bi rojê de.

ez ber bi te de têm,

li dû hivê, di şevê de...

- Heftê û du Nefî / Arjen Arî / Helbest / Weşanên Evrensel / 88 rûpel / 2016


Parve Bike

Youtube Me
Berhem - Nivîsên Dawî
news
  • 21 05 2026

Pirtûka "Netewperwerî Di Helbestên Mele Mihemedê Palo De" hat îmzekirin

news
  • 13 05 2026

Di Pêşangeha Pirtûkên Kurdî de pirtûka "Pencereya Pêşîn" hat îmzekirin

news
  • 11 05 2026

Bi awayo hîrakerde, Ferhengê zazakî-tirkî veciya

news
  • 15 04 2026

Pirtûkek helbestan ‘Kokteylek Seba Ez û Hûn Wiha’ derket

news
  • 07 04 2026

Hîkayey 40 sere, 'Raywanîya Çekuyanê Mi' veciya

news
  • 05 04 2026

Dîwaneke nû 'Mizgîna Azadî' derket

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Li Serhedê panelên li ser zimanê kurdî

ad

Di her gava neyînî de derbe li rojnamegeran dikeve

ad

Vê hefteyê çi heye? Vane fîlmên hefteyê

ad

LEWergera sisêyan derket

ad

Festîvala Mûnzûrê bi dawî bû

ad

DTP'yi ji nameyên ku hat bi jehrê ketin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname