Diyarname
Pêşî maça Galatasaray û Fenerbahçe spor, paşê xebata Tîma Neteweyî ya Tirkiyeyê... Tirsa teqînê bandor li wan jî kir û xebat betal bûn.
Di Lîga Super a Tirkiyeyê de îro dê derbiya Galatasaray û Fenerbahçeyê li Arenaya Galatasaray li dar bikeve. Temaşevan ber bi sehayê ve çûn, hin jê ketin hundir jî, lê xeber hat ku dê maç bê temaşevan bê lîstin û temaşevan ji stadê derxistin derve. Dûre, ji bo maçê du saet mabû ku li dar biketa vê carê biryara betalkirina maçê hat dayîn. Sedem? Walîtiya Stenbolê daxuyanî weşand: "Îstîxbarata xurt hatiye girtin ku dê teqîn çêbe."
Ev çend roj in rojeva Stenbolê bi teqînan hatiye dagirtin. Pêşî Almanyayê balyozxaneya xwe û lîseya xwe girtibû ji ber îstîxbaratek lê walîtî bi vê yekê heneka xwe kiribû. Piştî ku li Taksîmê endamekî çeteyên DAIŞ'ê bombe teqand û 4 tûrîst mirin ew tirs li seranserê Stenbolê belav bû. Îro Stenbol vala bû, rê vala bûn, li xelk zêde derneketibû derve. Û êvarê maça Galatasaray û Fenerbahçeyê hat betalkirin.
Dûre ber êvarkî biryarek din hat: Tîma Neteweyî ya Fûtbolê ya Tirkiyeyê ku hefteya pêşiya me dê li Stenbolê kampa xwe saz bikira, lê kamp hat betalkirin.
Tîm dê ligel Swêd û Avusturyayê du maçên amadehî bilîze ji bo vê dê li Stenbolê bihatana ber hev û êvara 21'ê adarê saet 22.30 ji Balafirgeha Ataturk ber bi Antalyayê ve bifiriyana, lê hatina ba hev a Stenbolê hat betalkirin. Lîstikvanê tîmê li gor bernameya nû dê heman rojê saet 12'yan de raste rast herin balafirgehê û ber bi Antalyayê ve bifirin.