Hefteya çûyî, min li ser Şivan Perwer û Îbrahîm Tatlises nivîsandin ku ew dişibiyan e, lê vê hefteyê ez nivîseke bi navê “Mahatma Gandhi û kurd” dinivîsim ku ew qet naşibin hev... Ez nizanim çima, lê ev ji dilê min hat, min jî xwest bi we re par ve bikim…
1- Mahatma Gandhi
Mahatma Gandhi di 02.10.1869’an de hatiye dinê. Rêgeza wî ya sereke ev e: “Nenîşandayîna şîdetê, xala yekemîn a baweriya min e. Di heman demê de ew xala dawî ya tola min e jî.”
Ew têkoşerekî bû di nav jiyana xwe de. Di nav salên 1919-1948’an de li hemberî dagirkeriya Îngilistanê yek ji rêberên herî girîng ê têkoşîna hindan bû.
Wî hiqûq xwendiye. Ji heq û hiqûqê baş fêm dike. Şîdet ne li gor wî ye, lê devjêberdana ji mafên xwe jî bi heman awayî ne li gor wî ye. Ew serî li şîdetê nade, lê li dû mafên xwe jî heta dikare diçe.
Wî li hemberî malên Ewropayê dest bi boykotê kir, çalakiyên pasîf ên sivîl li dar xist, li hemberî serhildan û şerê ji bo neteweyî derket. Li gor wî, divê bi rêyên bê şer têkoşîn bihata dayîn û bi vî awayî serketin bihata bidest xistin.
2- Kurd
Kurd ji dema Medan ve her bi şer dest avêtine têkoşîna ji bo mafên xwe. Rêberên kurdan jî her bi vî awayî bûne. Di nav kurdan de her gotina, “Zor zane, zêr zane, serê tifinga mor zane” serdest bû.
Di nav kurdan de serhildan ew qes pir in, hejmara wan nayê bîra mirov. Her serhildanê li dû xwe encamekê ji bo me hiştiye. Hinan peymanên mirov dikare bibêje baş, hinan êşên mezin û encamên bi vî rengî.
Niha em di sedsala 21’ê de ne.
Ez Gandhi wisa şirove dikim: “Zilamek, bêyî ku guhê xwe bide yekî, bêyî li dora xwe binêre ka kî çi diaxive, li ser rêya xwe, li dû mafên xwe dimeşe. Jiyana xwe, fikrê xwe, her tiştê xwe li gor vê saz dike.”
Balê Gandhiyê ku ez tiştan jê fêm dikim ev e.
Îro, careke din Gandhi hat bîra min. Di vê sedsalê de gelo tiştên ku em ji Mahatma Gandhi hîn bibin nîn in?
Mesela em tiştekî wisa bikin: Em bêyî ku guhê xwe bidin kesî, em li mala xwe, li nav dilê xwe, li nav dilê hezkiriyên xwe, li nav her kêliya jiyana xwe, bêyî ku biaxivin, bêyî ku dev bavêjin kesî, bêyî ku li hemberî neyarê xwe, her wiha bêyî ku li hemberî rêxistin, partî û derdorên kurdan ên din dijminatî bikin, em mafên xwe hîn bibin û wan bikin navenda jiyana xwe; li dû wan biçin, wan li her derê bikar bînin…
Gelo tiştekî wisa wê ne baş be?
Hûnê bipirsin, çi bi Gandhi hat? Belê, ew di 30’ê rêbendana 1948’an de ji aliyê radîkal-neteweperestekî hindî ve hat kuştin…
Dibe ku encama me jî ev e, lê ez wekî kurdekî, ez parastina mafê xwe, ji lihevxistina nav partiyên me baştir dibînim; dîsa bikaranîna mafên xwe yên însanî, ji dijminatiya hev û dijminatiya gelên din baştir dibînim. Ev fikra min e.
Di roja ku Mahatma Gandhi û ev fikir hatin bîra min de, ez gotineke Mahatma Gandhi pêşkêşî we dikim:
“Hay ji gotinên xwe hebin; vediguherin dibin fikir...
Hay ji fikrên xwe hebin; vediguherin dibin hestên we...
Hay ji hestên xwe hebin; vediguherin dibin tevgerên we...
Hay ji tevgerên xwe hebin; vediguherin dibin xûyên we...
Hay ji xûyên xwe hebin; vediguherin dibin nirxên we...
Hay ji nirxên xwe hebin; vediguherin dibin karektera we...
Hay ji karektera xwe hebin; vediguhere dibe qedera we.”