Li qadeke bifikirin. Bila ew qad, qada propagandayê ya ji bo hilbijartinê be. Hûn di wê qadê de li bajarê xwe ne, li pêşberî we bi hezaran kurd hene, di serî de dê û bavên extiyar gelekên wan jî ji bilî kurdî bi zimanekî din nizanin. Hûn jî ji mecbûrî, ji ber zagonên heyî zimanekî derveyî kurdî bikar tînin. Lê hûn di heman demê de dixwazin bi kurdî xeber bidin ku ewên hatine guhdariya we, baş we fêm bikin; hûn baş derdê xwe ji bo wan bînin ziman û bi vî awayî jî hûn dengên (rêyên) wan ji wan bixwazin; ew dengên xwe bidin we.
Ji qadê dengê tilîlî bilind dibe, dengê ‘bijî’yan ezman qul dike. Ew der ji kêfê bûye cihê mehşerê. Hûn di nav zimanê xwe û zimanê ku hûn ji ber siyasetê mecbûr in biaxivin de tên û diçin. Hûn nizanin hûnê çawa bikin. Dilê we, we ber bi zimanê we, zimanê dayika we ve dikişîne, li ser wê rêyê zagon tên derdikevin pêşiya we û mecbûriyeta bi zimanê biyanî bi bîra xwe dixin.
Hûn her tiştî digirin pêş çavan û bi kurdî dest pê dikin; “Xwişk û dayikên hêja, birano, zarokno merheba ji we re, hûn bi xêr hatin, ser çavan re hatin.”
Dengê tilîlî û bijiyan bilindtir dibe digel çepikan…
Hûn dibêjin; “Em jî welatparêz in”, lê dûre zagona mecbûrî tê bîra we û hûn dest bi zimanê derveyî kurdî, yanê dest bi tirkî dikin.
Hûn diaxivin, coşa gel bilind dibe, coşa we jî… Ji coşê, ji axaftinê, ji germa hestan û ji germa xwezayî ya li wê qadê devê we ziwa dibe, ziman êdî nagere û hûn bi ser hevalên xwe de vedigerin û bi zimanê dayika xwe, bi zimanê dilê xwe dibêjin, “Ka avê bidin min”, “Ka tasekê avê”(1)…
Av tê, hûn bi noşîcanî vedixwin bêyî ku hûn bizabin dê ev av û “ka avê bidin min” a bi kurdî bibe belayê serê we.
Mîtîng xelas dibe, roja hilbijartinê tê, digel hemû zehmetiyan we dengên zêde girtine li bajarê xwe û hûn bûne mebûs; hûn çûne Enqereyê.
Rojên dû vê rojê jî daxwaza we ya bi kurdî, xebata ji bo kurdî û kurdan her di dilê we de ye, hûn xebata xwe ya li meclisê didomînin.
Rojek tê, parêzerê we radigîne we: “Der barê we de fezleke (2) amade kirine, dixwazin wê fezlekeyê bişînin meclisê.”
Hûn ji zûde li benda tişteke wisa ne ji ber ku berê jî ji ber siyaseta we hûn rastî tiştinên wisa hatine.
Hûn ji parêzerê xwe dipirsin, “Çi di fezlekeyê de nivîsandine?”, ew bi keneke biçûk dibêje; “We gotiye; ‘Xwişk û dayikên hêja, birano, zarokno merheba ji we re, hûn bi xêr hatin ser çavan re hatin’, ‘Em jî welatparêz in’ û tiştek muhîmtir we gotiye; ‘Ka avê bidin min’ (!)”
Dema parêzerê we ev tiştên ku di fezlekeyê de hatine nivîsîn ji we re dibêje, ew qad dîsa tê bîra we, gotina mesûm ‘Ka avê bidin min’ tê bîra we… Hûn nizanin bikenin, nizanin xemgîn bibin. Demek dirêj bêdeng disekinin… Hûn demek dirêj di vê bêdengiyê de tiştinên ku ji bo we di fezlekeyê de hatine nivîsîn diweznînin, dipîvin, dinirxînin û di dawiyê de ev gotin ji devê we derdikeve: “Çi ji wan tê bila texsîn nekir.”
*
Ev nîvçîrokeke.
Û rastî ev e:
Ji roja ku DTP’yî wekî mebûs hatine hilbijartin li meclisê û li derveyî meclisê zora li ser wan didome. Ew hatin kutan li qadê, dozên li ser wan digel ku mebûsin jî didomin û her fezleke ji bo wan tê amadekirin.
Niha hêzî nivî mebûsên DTP’ê der barê wan de fezleke hatiye amadekirin. Û ew fezleke li meclisê ye. Ew fezleke ji komîsyonê derbas bibe û li meclisê ji bo dengdayînê bê pêşkêşkirin teqez dê ‘destnedana wan a mebûsiyê’ bê rakirin û di encamê de dê ji mebûsiyê bikevin.
Di dema DEP’ê de, 1994’an de jî fezleke hatin amadekirin, mebûsiya wan hate daxistin û ew hatin girtin.
Ev fezleke vê yekê jî nîşan didin: “Binêr hûn hinek din bi pêş de biçin emê we ji mebûsiyê bavêjin!”
Niha 20 mebûsên DTP’ê hene. Bi van kom hatiye çêkirin. Heta ku komek partiyekê li meclisê hebe dikarin gelek tiştî bikin, ku niha bi ya min DTP’yî dikin jî. Lê dema hejmara mebûsan kêm bibe kom û belav bibe, partî kîjan dibe bila bibe êdî nikare tiştek bike. Ev fezleke jî wekî şûrekê li ber stûyê wan disekine.
***
Xêra xwe careke din bifikirin:
Hûn kurd in, hûn dibêjin ez hemwelatiyê/a vî welatî me, lê hûn nikarin bi kurdî bibêjin ‘Ka tasek avê bide min!’
Dema hûn dibêjin ‘Ka tasek avê bide min’ lêpirsîn der barê we de vedibe…
Herhal “Sînorê bidawîbûna gotinê” li vir derdikeve holê.
Û piştî vê yekê vê car êli rewşenbîrên me yên ku piştgirî didin hikumeta Tirkiyeyê, piştgirî didin Ak Partiyê bifikirin. Ger kesek bibêje, hikumet nikare tiştek bike, zagon vê dibêje jî gotinên min hene. Lê niha ez naxwazim bikevim nav nîqaşeke wisa. Bila bê zanîn ku der barê zagonê de jî, rewşenbîran de jî di bêrîka min de gotin hene.
Û gotina dawî:
Kî dixwaze pê siyasetê bike, kî dixwaze wekî gotineke xwezayî bibîne, kî çawa dixwaze bila bixwaze, lê divê em li her derê bi kurdî bibêjin ‘Ka tasek avê bide min.’
1- Sirri Sakik ji ber ku di mîtîngê de gotina “Ka tasek avê bide min” û gotinên jor bikar anîn der barê wî de fezleke hate amadekirin. Li ser gotinên bi kurdî yên di mîtîngan de der barê mebûsên din ên DTP’ê de jî fezleke hatin amadekirin.
2- Hemwelatî dema li gor zagonên Tirkiyeyê sûcekê dikin dozger der barê wan de îdîanameyê amede dikin, pêşkêşî dadger dikin û wan didarizînin. Lê dozger ji ber ku nikarin mebûsan bidarizînin (digel vê yekê jî niha hin mebûsên DTP’e ew li dadgehê amadebin têne darizandin) der barê wan de ‘fezleke’yê amade dikin. Fezlekeyê dişînin meclisê. Ger meclis dengên erê bidin fezlekeyê û ‘mafê mebûsan a destnedanê ji holê rakin’, mebûsiya wan dikeve û ew tên darizandin.