Ji bo guhdarîkirinê:
Sibehekê, di rojek asayî de, bi kêliyên awarte re rû bi rû mam. Her tişt bi şiyarbûnê dest pê kir. Di nav deng, bêhn û rîtmên jiyana rojane de kûr çûm û tê de winda bûm. Li vir, pênaseya xewnên jibîrkirî, bi hilatina evîna rojê re xelekek pêk hatî, li ber çavên min derbas kir.
Dema ku di nav tevliheviya van têkiliyan de winda bûm, rastiya jiyanê bi hilatina rojê re hêzekê xwe li min venişt û bi ser xwe ve hatim. Bi van kêliyên ku derbirîna hestên xwe zehmet e, kîna min a li hember derbirînên kûr ên pêkolkirî serî hilda, bi awayekî derbider xwe da der. Ku da der, min biryar da û daketim nav halekî ku her tişt sero bino bibe. Li kiryareke asayî rast nehatim, bi ronîkirina têkoşîna xwe ya hundirîn re gevizim.
Di heman demê de min hemû şopên kêliyên biçûk ên jiyanê hilgirt û ji xwe re kir bar. Ev kêlî çi hest rave nekirin. Kêliyên efsûnî mirad, asayîbûna jiyanê ku ne awarte bû, xeyalên paşerojê li pey xwe kişand û bi xwe re bir. Li rastiyeke vekirî bûm kujerê bîranînên xwe yên ji bo pêşerojê ku tim min dihûna û ji neçarî dest bavêjim qirika te.
Kujerekî bê zayend neafirîne, ez a min a ji nêrmo û nermê!.. Qey qebhet bû bi zarê xwe yê şêrîn min gezek li ferqa dil xist ku bû sebeb te min ji bihûşta baqî gindirand derveyî sînorên bendkirî, nava dojeha stemkar a çar stûnên agirîn ku bi pisaftinê re jî rû bi rû dihêlî? Bi ser zimandirêjiyê serê zimanê min mû bikî! Nexwe di nava ew qas zar de ji bo çi te ev ziman da min? Ev ne bes e, bi destê kê tu dixwazî ez bibim kujerê zimanê xwe yê mû kirî û bikujim? Belê, bi destên min!..
De ka bêje û hinekî barê min sivik bike. Deriyê rabirdûyê ji nû ve veke. Bila çîroka me wiha li alîkî bimîne, belkî hinek guhdarên nepen baştir fahm bikin. Ne ez û ne tu, em hev fahm nakin û destên me hîn di qirika hev de; çavên me li rê û çareseriyeke din e.
Ez ziman dirêjiyê nakim ku tu nekî. Bi ku ve bibezim, dest davîjim çi, çi bikim, dertê pêşiya min… Hew rê û rêbazekê bibêje, bila dirbek mayînde be. Heta Se di îlonê/rezberê de bi ser lingê min de mîz neke dilê te rihet nabe Qeya! Şûrîna mîza Seyê bûye şeraba vexwaran ku bi min dadikeve, bi “sê” deqeyên Cemîl re neke hincet ku serê zimanê min ê mû kirî, birîna min a qalikgirtî bişewitîne jî nakewîne! Dilsozê zarê şêrîn de ka qanih bike ku “kurd” di rastiyê de “hebe”! Nexwe ji niha ve Qadirekî ji Stêra’n bixûricîne, cilên reş bi ser min de dake, da ku rûwê te yê dinê ji Baqî ve xuya bibe! Û Mizgîn’ek Ronak be ku qeyd û bend û zincîrên bi serê zimanê min ve mû kirî ne da ku bên şikandin, ez ê li ber xwe bidim...
Dev ji vê jî berde. Dibe niha wiha bimîne û her kes di rêya xwe de bimeşe. Kî li çi rast hat, bila ew qeder be. Hema wiha. Ez ê wanîko xwe radestî te bikim. Tu dixwazî, ka ez destên xwe li ber tunebûna te vekim û lawa bikim? Çenekî bêvila kê şewitî, wê bê zanîn ku xîret tê de heye an tune ye. Wê demê dibe ku em dev ji kuştina hev berdin û hev nexapînin. Bila ev birîn jî li dewsa xwe bimîne, dibe winda bibe an bê ji bîr kirin. Ku kes neyîne bîra xwe, ez ê qet neynim bîra xwe heta ku darek zeytûnê li Efrînê nemîne jî!
Ez ê wiha bi êşa xwe ve dakevim û birîna dilê xwe bikewînim. Kûrahiya hestên birîn, dilê şikestî dibe ku wiha bicebirînim. Di van kêliyên hêsan de ku em dev ji hev berdin, bes e…
Wê hingê, li vê jiyana dirû, kî çû û kî ma, nexem e. Hey em bi hev re winda nabin. Bila ji me yek sax bimîne, baş e! Belkî nû aqil kamil bibe, ziman şax bide û Ehmedê Xanî rihet razê! Ku hebûna zimanî baş bê dîtin, wê hingê em ê tirba hev nekolin. Ax jî dibe ku karibe cendekê min hilgire û giraniya laşî ji xwe re neke bar.
Digel her kêlî şopên paşerojê wiha hilbigirim jî, di heman demê de diçilmisim di bin barê hêviyên pêşerojê de û li jîndariya vê rastiya xwe rast têm. Beşek ji rêwîtiya hundirîn, pirsgirêka jiyanê bi van bîranînên mêjûyî û hestên pêkolkirî ku bi lêgerînê wiha pê dadikevim, bi hûrgulî rastiya min li min vedigerîne.
Ne xwe ez heme û tu tune yî, wê demê kujerê ziman kî ye?!.


