Amed
Koma Zimanperwer ku li Amedê hatibû avakirin civîna xwe ya duyemîn li dar xist. Komê got: Armanca me ya esasî, pêşve birina zimanê kurdî ye
Koma Zimanperwer ku demek berê li Amedê hatibû avakirin civîna xwe ya duşemîn 01.11.2009'an de li Amedê pêk anî.
Di civînê de Berdevkê Komê Edip Polat İlhamî Sidar (Nivîskar), Cemşît Bilek (Parêzer), Fahrî Karakoyunlu (Parêzer,nivîskar), Amed Kanî (Nîvîskar, perwerdeker), Cihan Yildirim (Nivîskar, perwerdeker), Prof.Ridvan Şeşen, Nezirê Cibo (Nivîskar) amade bûn. Du endamên komê nivîskar û zimannas Amed Tigrîs û Doç.Dr. Kadri Yildirim ji ber hin astengiyan beşdarî civînê nebûn.
Civîn bi axaftina berdevkê komê Edîp Polat dest pê kir. Polat di axaftina xwe de wiha got: “Di civîna me ya yekem de ev biryar hatibû girtin; ‘Emê ji mehê yan du mehan carekê bicivin û bixebitin. Li ser babetên ku em dê bixebitin, dê li ser peyvan nîqaş bikin û bigihîjin encamekê.’ Piştî vê biryara me mehek derbas bû û di îstîqameta vê biryarê de îro dîsa em dicivin. Ez bi beşdariya we pir kêfxweş im. Di civîna yekem de em 3-4 kes bûn. Wê rojê me got ku emê civîneke berfirehtir pêk binin. Îro bi beşdariya we ev biryara me jî hate cih. Ez bawerim ku jî îro pê de emê bi hev re li ser zaravayê kurmancî xabatên hêja pêk bînin. Navê koma me bi kurtasî Zimanperwer e. Di nav kevanê de em dibêjin, ‘Gruba Zaravayê Kurmancî’ ”
Polat li ser armanc û xabatên grubê de jî wîha got; "Armanca me ya esasî, pêşve birina zimanê kurdî ye. Di vê çarçovê de em hebûna zaravan zengîniyên xwe qebûl dikin û cudatî naxin nav zaravayê kurdî. Lê gruba me bi taybet dê li ser pirsgirêkên kurmancî bisekin e.”
Piştî axaftina Edip Polat Endamên din, îlhamî Sidar, Cemşit Bilek, Amed Kanî, Fahrî Karakoyunlu û Nezirê Cibo di derheqa hilbijartina birêvebiriya komê, avakirina malpera Zimanperwer, berfirehkirina xebatan û qeydkirina endamên nûh de dîtinên xwe anîn ziman.
Di encamê de gelek pêşniyaz û xwestek û biryar hatin bilêvkirin. Edîb Polat, Cîhan Yildirim, Nezîr Cîbo û Fahrî Karakoyunlu wekî lijneya birêvebiriya komê hatin hilbijartin.
Kom di kurtedemê de dê malpera xwe bi navê zimanperwer.com û orgê vekin.


