Diyarname
Heta niha gelek cureyên cezayê derketine holê û niha cureyên nû li wan têne zêdekirin. Ya balkêş li Hindistanê derket holê.
Di vê serdema vîrusa koronayê de li Hindistanê biyaniyên ku li gor biryaran tevnegeriyane û derketine derve bi cezayê nivîsandina 500 caran "Ez lêborînê dixwazim" hatin cezakirin.
Li Hindistanê bajarê Rishikesh ku bi serdana koma muzîkê Beatles a di sala 1968'an de navdar bûbû niha bi vê cezayê kete rojevê. Li bajar 700 tûrîst bêyî guhê xwe bidin biryara qedexeya derketina derve serê sibê derketin meşê. Û şefê polîsan ê bajêr pêşî li wan girt. Biyaniyên ji welatên DYA, Îsraîl, Meksîka, Avusturya û Avustralya hatibûn bi cezayê "Ez lêborînê dixwazim" hatin cezakirin. Polîsan 500 caran ev nivîs bi wan da nivîsandin û bi vî awayî ew ceza kirin.
Li gor nûçeya Euronewsê Şefê polîsan Vinod Sharma li ser vê cezayê wisa gotiye: "Em hêvî dikin me kariye dersê bidin wan."
Li Hindistanê li gelek bajaran kesên qedexe binpê kiribûn û derketibûn derve, polîsan bi çovan dabû dû wan û ew dabûn ber çovan.


